Fransiyan serdana piştevaniyê li Kurdan kir
Gelek nûnerên saziyên Fransî û bi sedan Kurdistanî, serdan li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya kir ku 23’yê Kanûnê qetlîam lê hat kirin.
Gelek nûnerên saziyên Fransî û bi sedan Kurdistanî, serdan li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya kir ku 23’yê Kanûnê qetlîam lê hat kirin.
Şandeyeke ji nûnerên Sendîkaya Solîdaîres, Partiya Komunîst a Fransayê, Tevgera Aştiyê, Komeleya Dostaniya Kurdan a Fransayê û rojnamevanan pêkhatî û bi sedan Kurdistaniyan, serdan li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya kir.
Di serdana ji bo piştevaniyê hat kirin de, daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrîş ne bi tenê li Kurdan lê li Fransayê jî hatiye kirin. Ev ne êrîşeke bi nijadperestî lê bi terorîstî ye. Daxwaza me ew e ku rayedarên Fransî jî zû bi zû vê eşkere bikin. Em bi gelê Kurd re ne.“
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hebûna Tirkiyeyê di nav êrîşê de divê bê eşkerekirin û ev tişt hatin diyarkirin: “Aqilê mirov nagire ku çawa êrîşkar ji girtîgehê dertê û bi pişt re radihije çekekê û Kurdan ji xwe re dike armanc û bi awayekê plankirî êrîş dike. Dewleta Tirk teqez li pişt vê êrîşê ye. Bi ya me, tiliya îstixbarata Tirk tê de ye. Ev êrîş divê bê eşkerekirin.“