Fransayê xweseriya Korsîkayê xiste rojeva xwe

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew amade ne xweseriya Girava Korsîkayê nîqaş bikin.

Li Korsîkayê, piştî ku alîgirê serxwebûnê Yvan Colonna li girtîgehê bi êrişa oldarfekî radîkal kete komayê, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin û dewam dikin. Di demeke bi vî rengî de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron xweserî xiste rojevê.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin ji rojnameya Corse Matin re axivî û diyar kir ku hikumet amade ye 'xweseriya Korsîkayê nas bike'. Darmanin ragihand ku rawestandina çalakiyên şermezarkirinê yên du hefte ne dewam dikin, şertê destpêkê yê vê yekê ye.

Nûnerekî hikumetê yekemcar pêşî li xweseriyê vekir ku Korsîkayî salên dûr û dirêj daxwaza vê yekê dikin.

Wezîrê Karên Hundir, ku Emmanuel Macron dosya Korsîkayê radestî wî kiriye wiha axivî; "Fransa amade ye heta bi xweseriyê ve biçe. Piştre mesele ew e ku mirov zanibe ev xweserî çi ye. Divê em vê yekê nîqaş bikin."

Darmanin diyar kir ku ew li 'nîqaşeke heta niha nehatiye kirin' amade ne û xwest, tundî bi dawî bibe. Darmanin soz da ku bûyerên bi serê Yvan Colonna hatiye bê eşkerekirin.

Darmanin ji bo êrişa li ser dijî Colonna got, "êrişa terorîstî" û wiha axivî, "Dewlet berpirsyar e ku parêzvanê mirovên di bin berpirsyariya xwe de ye, yanî divê mehkûman biparêze."

Darmanin li ser mijara xweseriyê ji BMFTV re axivî û got, "Min got ku dikarin bi qasî statuya xweser ve biçin. Bi dîtina min ev yek tê wê wateyê ku qonaxên cuda jî dibe hebin."

Darmanin bi gotina "Em ji bo diyalogê li vir in" serdana Korsîkayê nirxand û diayr kir ku ev hemû "Di nava du rojan de nikarin bêne kirin."

Gava ku dema vê pêvajoyê hate gotin Darmanin bal kişand ser hilbijartinên serokkomariyê yên meha Nîsanê û got, "Hilbijartineke Serokkomariyê heye, ji ber vê yekê eşkere ye ku wê di dema Serokkomarê bê de pêk were."