Cenazeyê Huseyîn Akmaz hat veşartin
Cenazeyê welatparêz Huseyîn Akmaz ê ku li Viyanayê jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna malbat, dost û nûnerên civaka Elewî bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê welatparêz Huseyîn Akmaz ê ku li Viyanayê jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna malbat, dost û nûnerên civaka Elewî bi merasîmekê hate veşartin.
Huseyîn Akmaz ê ku li Viyanayê jiyan dikir, 6’ê Tîrmehê xwîn rijiya ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest da. Ji bo Akmaz merasîmek girseyî hate lidarxistin.Tevî malbata Akmaz, xizm û dostên wî, Hevserokê Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA) Demîr Çelîk û ji nûnerên FEDA’yê yên ji Elmanyayê Pîr Yuksel tevlî merasîma ku li Zentralfriedhof ê Viyanayê hate lidarxistin bûn.
Pîr Yuksel sersaxî ji bo malbata Akmaz xwest û bal kişand li ser têkoşîna Akmaz.
Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk di merasîmê de axivî û wiha got: “Me pîrek xwe yê hêja winda kir. Ji ber xizmetên wî spasiyê dikin. Kedek mezin da ku baweriya Elewî di rêya heq û heqîqetê de veguheze nîfşên ciwan. Ez wî bi minetdarî û rêzekî mezin bi bîr tînim. Jiyaneke ku nabe nesîbê her kesî tijî tijî jiyan kir.”
Hevjîna Akmaz jî axaftineke kurt kir û wiha got: “Ez her tim bi hevserê xwe serbilind im. Bila cihê wî ronî be.”
Di merasîmê de gulbang hate xwendin.
Piştî ku cenazeyê Akmaz hate veşartin, li dergehê xwarin hat dayîn û helwa hat belavkirin.