BI DÎMEN

Fermandarên HPG’ê Sebrî Tendurek û Şehîd Masîro Xabûr li Strasbourgê hatin bibîranîn

Li Strasbourgê Şehîd Sebrî Tendurek û Şehîd Masîro Xabûr hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku wê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin û têkoşîna wan bi azadiya gelê Kurd bi ser bixînin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo Şehîd Sebrî Tendurek û Şehîd Masîro Xabîr çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn, ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de, di şexsê Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamên Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan) û Masîro Xabûr (Bedîrhan Abo) de îşaret bi mîrateya têkoşîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hate kirin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana têkoşînê ya Sebrî Tendurek û Masîro Xabûr hate pêşandan.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Abdullah Kutal di bîranînê de axivî. Kutal, diyar kir ku destkeftiyên heyî bi berdêlên ku şehîdan dane hatine bidestxistin û wiha got, “Em ê bi fêmkirin û mezinkirina jiyana nû ya ku Rêbertî pêş xist, têkoşîna hemû hevrêyên xwe yên şehîd, bi ser bixin. Azadiya me wê bi xwedîderketina têkoşîna şehîdan were bidesxistin.”

Piştre Endamê Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) Merwan Botan axivî. Botan sersaxî ji gelê Kurd re xwest û diyar kir ku ew ê têkoşîn û mîrateya şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Botan bi berdewamî wiha got, “Fêmkirina berxwedana şehîdan ne hêsan e. Ji ber ku her yek ji wan dîrokek, berxwedanek e. Şehîd Sebrî Tendurek û Şehîd Masîro Xabûr mînaka vê ya herî berçav in. Ew li her derê Kurdistanê têkoşiyan. Li Rojava jî pergalekî berxwedanê ava kirin.

Ev hevrêyên me hem erkên siyasî hem jî leşkerî li xwe girtin, tu car ji tawiz ji dilnizimbûna xwe nedan. Bi zarokan re zarok, bi extiyaran re extiyar û bi jinan re jin bûn. Hezkirina hemû aliyan girtin. Di tevahiya jiyana xwe de bêyî rawestan têkoşiyan.

Ger dewletê îro dîtiye ku nikare bi polîtîkayên înkar û pevçûnê xwe bigihîne tu derê û neçar maye ku qebûl bike mifteya çareseriyê di nêzîkatî, danehev û perspektîfa siyaseta demokratîk a Rêber Apo de ye, ev rewş ne rasthatin e. Ev encama zexta dîrokî ye ku berxwedana bi salan, fedakariya civakî û helwesta bibiryar a gelê me afirand e.

Qonaxa îro careke din nîşan da ku pirsgirêk tenê bi polîtîkayên ewlehiyê nayê birêvebirin û çareseriya rast û mayînde bi pêvajoya aştiyê ya ku azadiya Rêber Apo û îradeya wî ya siyasî esas digre, pêkan dibe. Ji ber vê yekê divê gelê me û dostên me ji vê şûnde, bi hemû hêza xwe berxwedana demokratîk bimeşînin. Ji ber ku ev berxwedan dînamîka sereke ya derbaskirina xitimîna heyî, ji nû ve asayîbûna siyasetê û vekirina deriyê aştiyê ye.

Divê îro ji her demê zêdetir, were zanîn ku berxwedana û fedakarî cewhera têkoşînê ne. Hêza rastîn ku wê deriyê aştiyê veke, îradeya birêxistinkirî ya gel e. Ji ber vê yekê em ê têkokşînê bi biryardarî bimeşînin. Ji ber ku pêpinga ku wê pêşeroja gelê me û gelan diyar bike, di vê pêvajoyê de şêwe digre. Em ê vê têkoşînê bi ser bixin.”

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.