Federasyona Kurdên Azad a Elmanyaya Rojhilat kongreya xwe pêk anî
Federasyona Kurdên Azad a Elmanyaya Rojhilat, li bajarê Berlînê 1’emîn kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe hilbijart.
Federasyona Kurdên Azad a Elmanyaya Rojhilat, li bajarê Berlînê 1’emîn kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe hilbijart.
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ev demek bû ku li gorî rêxistinkirina xweser xebatên xwe dimeşandin. Kurdistaniyên weke federasyonê xwe rêxistin kirî, paşê wê di bin banê konfederasyonê de kom bibin.
Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftina Hevseroka Meclîsa Gel a NAV-DEM a Berlînê Nûjiyan Gunay dewam kir.
Piştî hilbijartina dîwanê, geşedanên dawî yên siyasî hatin nirxandin û berxwedanên ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven didomin hatin bibîrxistin. Hat diyarkirin ku divê zêdetir xwedîderketin li berxwedanan çêbe.
Piştî axaftinan, hilbijartin pêk hat û li gel her du hevserokan, 7 kes ji bo rêveberiya ferdarasyonê hatin hilbijartin.
Her wiha federasyonê eşkere kir ku wê li eyaletên Berlîn, Thurîngen û Sachsenê bi awayê 3 herêman xebatên xwe bimeşînin. Kongre bi dirûşmeyên, “’Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan Azadi” qediya.