FEDA û DAKB komkujiyên Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kirin û banga lezgîn kirin

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) komkujiyên nû yên li dijî gelê Elewî li Sûriyeyê şermezar kirin û banga lezgîn ji bo gel û hemû saziyên demokratîk kirin.

FEDA û DAKB di daxuyaniyek nivîskî de gotin, "Zilma li dijî gelê Elewiyên li Sûriyeyê mîna agir mezin dibe. Bi mehan e gundên Elewiyan yên li Lazkiye, Tartûs, Hama û Humsê dişewitin; qîrîna dayikan û qîrîna zarokan ber bi asîman ve olan didin.”

Daxuyanî wiha dewam kir: "Gund tên valakirin, rê tên girtin. Çeteyên çekdar ên HTŞ'ê derî bi derî digerin û dipirsin, 'Hûn Elewî ne?' û bi hovane mirovan qetil dikin.

Komkujiyên li Lazkiye û Tartûsê û êrîşên berdewam ên li Hama, Hums û gundên derdorê encama zîhniyeta tekparêzî û wêderkirina nasnameya Elewiyan e.

Êrîş êdî nayên veşartin; her tişt li ber çavên cîhanê diqewime û cîhan temaşe dike. Tê zanîn ku çeteyên DAÎŞ'ê yên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin, di van êrîşan de rolek çalak dilîzin.

Wekî Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), em bi zelalî dibêjin û bang dikin:

Riya aştiyê li Sûriyeyê zelal e: Heta pergalek ku hemû mirov û hemû bawerî wekhev bijîn; kes ji ber nasnameya xwe neyê qetilkirin û mafê her kesî yê gotin û temsîlkirinê nebe wê ev êş bi dawî nebe.

Divê hemû gel, hemû hêzên demokratîk li dijî komkujiya welatiyên Elewiyên li Sûriyeyê dengê xwe bilind bikin. Hemû hêzên demokratîk, bi taybetî saziyên Elewiyên demokratîk divê li her derê têbikoşin. Bêdengmayîn şirîkatiya zilmê û vî agirî ye. Her ku cîhan çavên xwe digire, çete wêrektir dibin. Werin em hemû bi hev re li dijî komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê rawestin! Ev bang ne tenê ji bo Elewiyan e; ew bang ji bo her kesên xwedî wijdan e.”