FED-KURD’Ê banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê kir
FED-KURD bang li Kurdên li Ewropayê hemûyan kir ku tev li meşa navendî ya li Dusseldofê bibin ku wê roja Şemiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.
FED-KURD bang li Kurdên li Ewropayê hemûyan kir ku tev li meşa navendî ya li Dusseldofê bibin ku wê roja Şemiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.
Freîe Kurdistan Foderatîon Ostdeûtschland e.V. (FED-KURD) ku li rojhilatê Elmanyayê kar û xebat dimeşîne, banga tevlêbûna meşa navendî ya li Dusseldorfê kir ku wê roja 15’ê Nîsanê bê lidarxistin.
FED-KURD’ê ev bang kir: “Em ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan nagirin. Banga me ji bo gelê me, wiha ye; werin em bi hev re ji Birêz Ocalan re bibin deng û bibin dengê wî. Di serî de li bajarên Berlîn, Leîpzîg, Dresgen, Halle, Brandenbûrg û Magdebûrgê ku Federasyona me lê birêxistinkirî ye, em bang li gelê xwe yê li Elmanya û Ewropayê hemûyê dikin ku ji 7’ê heta 70 salî tev li meşa ku wê 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê bê lidarxistin, bibin. Em li dijî tecrîdê ber bi Dusseldorfê ve biherikin.”