FED-GEL’ê ji bo meşa li Dusseldorfê bang kir
BW-BAYERN Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) ji bo meşa 15’ê Nîsanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li bajarê Elmanya Dusseldorfê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
BW-BAYERN Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) ji bo meşa 15’ê Nîsanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li bajarê Elmanya Dusseldorfê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya FED-GEL BW-BAYERN'ê got, "Ji bo bêbandorkirina Rêber Apo ya ku veguheriye hêviya azadiya gelên bi sedsalan hatine perçiqandin, dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke mezin dimeşîne. Gelê Kurdistanê yê ku xwe ji xweliya xwe afirandiye, divê êdî nehêle ku Rebêrtî di destê dewleta Tirk a faşîst û nijadperest de dîl bimîne.
FED-GEL’ê diyar kir ku “Çareseriya hemû pirsgirêkên civakî û siyasî yên îro, encax di berxwedan û rêxistinkirina li ser xeta Rêber Apo de dikare pêk were.
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em di 15’ê Nîsanê de li Dusseldorfê bin.”