Fazil Botan û hevrêyên wî yên têkoşînê li Bernê hatin bîranîn

Ji fermandarên efsanewî yê têkoşîna azadiya Kurdistanê Fazil Botan (Ahmet Şeker), Endama Konseya Rêveber a KONGRA-GEL Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) ku sala 2022’an şehîd bû û gerîlayên ku di demên cuda de şehîd bûne, li bajarê Bernê hatin bîranîn.

Di bîranînê de di şexsê Fazil Botan û ji pêşengên tevgera jinên Kurd Raperîn Amed de, fermandar Zinar Sîpan (Bûrhanettîn Yagmûr) ku sala 2018’an şehîd bû, ji fermandarên HPG’ê Şahîn Gever (Kemal Tûrgût), Tolhildan Derwêş (Fûrkan Sezgîn) ku sala 2019’an şehîd bû, Felat Ezda (Lokman Ersû), Şervan Koçer (Erhan Ak), Jîr Baz (Mazlûm Demîr), Koçer Dogan (Mehmet Salih Erhan) û yên ku di Newroza 2023’an de li Efrînê şehîd bûn, li bajarê Bern ê Swîsreyê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (Komaw) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hat lidarxistin. Xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Salona bîranînê, bi posterên şehîdan ve hat xemilandin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Destpêkê Hevserokên CDK’ê Bûrhan Karakoç û Xinar Dîlmeç axivîn û li vir sersaxî ji malbatan re xwestin.

Malbatên şehîdan jî yek bi yek mafê axaftinê girtin û axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Tevgera Azadiya Kurd partiyek a şehîdan e û soza dilsoziya bi bîranînên şehîdan re hat dayîn.

Her wiha daxuyaniya bi dîmen a Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ku piştî şehadeta Fazil Botan hatibû weşandin, hat temaşekirin. Bîranîn bi guhdarkirina helbestê re dewam kir û sînevîzyon jî hat temaşekirin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.