Kujer Wîllîam M. 23’ê Kanûnê bi çekê êrîşê Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Taxa Strasboûrg Saînt Denis a li paytexta Fransa Parîsê, kir û Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil qetil kir. Kujer Wîllîam M. derket pêşberî dadgeh.
Willim M., bi sûcê “kuştina sêwirandî, hedefgirtina nijadekê, kuştina bi saîqên nijadperestî, hewldana ji bo kuştinê û peydakirina çeka bêruxset” hat girtin.
DERBARÊ DOZGER Û KUJER WÊ DOZ BÊ VEKIRIN
Dema kujer cara destpêkê hat destgîrkirin, di çarçoveya sûcên “Sûîqast, ketina hewla sûîqastê, şîdeta bi çek a zanebûn û binpêkirina qanûnên têkildarî çekan” de, dihat darizandin.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê û parêzerê malbatên Emîne Kara, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ên hatin qetilkirin, Davîd Andîc bertek nîşanî sûcên ji bo kujer hatine diyarkirin, da û got ku doz siyasî ye, ew qebûl nakin ku dadgeh komkujiyê di çarçoveya sûcên edlî de bigre dest.
Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û malbata Mîr Perwer ê hatî qetilkirin, derbarê Dozgeriya Parîsê ku îdia dike komkujî bi saîqên nijadperestî hatiye kirin û kujer de, doz vekir.
Malbatên Emîne Kara û Abdûrrahman Kizil jî wê sibe bi rêya parêzerên xwe, ji bo darizandina “Ne edlî ye, kuştina siyasî ye” hem derbarê Dozgeriya Parîsê û hem jî faîl de, doz vebikin.
Hat zanîn ku malbatên kesên hatine qetilkirin, wê sibe cenazeyan teşhîs bikin.