Li hember dersînorkirina Mehmet Çakas a bo Tirkiyeyê banga hevpar
23 komele û 3 partiyên siyasî, neradestkirina aktîvîstê siyasî yê Kurd Mehmet Çakas bang li rêxistinên mafên mirovan û raya giştî kirin.
23 komele û 3 partiyên siyasî, neradestkirina aktîvîstê siyasî yê Kurd Mehmet Çakas bang li rêxistinên mafên mirovan û raya giştî kirin.
23 komeleyên li Berlînê û 3 partiyên siyasî yên Elmanyayê li dijî dersînorkirina aktîvîstê siyasî yê Kurd Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê daxuyaniyek hevpar weşandin û li hember dersînorkirina wî ya bo Tirkiyê derketin. Daxuyanî ji gelek saziyên mafên mirovan, nûnerên dêran û parlamenterên li Elmanyayê re hate şandin û diyar kirin ku îadekirina Çakas dê jiyan û ewlehiya wî bi awayekî cidî bixe xeterê.
‘DERSÎNORKİRİN BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ YE’
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Mehmet Çakas di Kanûna 2022’an de ji Îtalyayê bo Almanyayê hate dersînor kirin û di Nîsana 2024’an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Eyaleta Celle ve li gorî xala 129b ya Qanûna Cezayê ya Almanyayê bi 2 sal û 10 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin. Lê hemû sûcên ku li Çakas hatine tohmetbarkirin bi çalakiyên demokratîk yên bêtundî ve girêdayî ne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev rewş bi esasî encama polîtîkayeke çewisandinê ye ku ji ber nasnameya wî ya Kurdî û nêrînên wî yên siyasî tê meşandin.
HIQÛQA NAVNETEWEYÎ HATE BÎRXISTIN
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafên sîstematîk yên li girtîgehên Tirkiyeyê û bi referansa raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên mafên mirovan, ev pirsgirêk hatin rêzkirin: Sepandina tecrîdê ya demdirêj, astengkirina mafên ragihandinê û civakî, kêmbûna xizmetên tenduristiyê, êşkence û muameleya xerab, binçavkirin û girtinên ji ber parvekirinên li ser medyaya dîjîtal…
Hate gotin ku di van şertan de dersînorkirina Mehmet Çakas dê bibe binpêkirinekî eşkere ya Peymana Ewropî ya Mafên Mirov (AİHS) û Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Dijî Êşkenceyê.
“BI NIRXÊN DEMOKRATÎK ÊN ALMANYAYÊ NAGUNCE”
Sazî û rêxistinên siyasî yên ku daxuyanî amade kirin, daxwaz kirin ku Almanyayê xwedî li nirxên xwe yên demokratîk derkeve. Wan xwest ku proseya dersînorkirina Mehmet Çakas were rawestandin; mafê parastina navneteweyî were naskirin; proseseke nirxandina serbixwe û adil were destpêkirin û saziyên navneteweyî re ji bo girtîgehan were dayîn û mafên jiyanê û dadweriya adil a Çakas were mîsogerkirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate gotin ku îadekirina Mehmet Çakas ne tenê ji bo wî, ji bo hemû penaberên siyasî yên li Ewropayê jî dê bibe mînakeke nebaş. Di daxuyaniyê de bi peyama: “Dersînorkirina Mehmet Çakas, dersînorkirina mafên mirovan e” ji raya giştî û rayedarên Almanyayê re hate parevekirin.
BANGA PİŞTGİRİYA HEVBEŞ
Daxuyanî bi banga hevbeş ya ji rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û raya giştî ya li Elmanyayê re bi dawî bû. Ji sazî û kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin, hate xwestin ku peyamên xwe yên piştgiriyê bişînin navnîşana e-postaya jêrîn:
Saziyên ku ev daxuyanî îmzakirî:
Mala Kurda e.V
ATIF (Föderation der Arbeiter*innen aus der Türkei in Deutschland)
Mala Gelê Kurdistan e.V.
Kurdisches Zentrum e.V.
Nav Berlin (Freie Kurdische Gemeinde-Berlin e.V)
Meclîsa Jinan a Dest Dan Hêvî
Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V.
Yekmal e.V.
DAS GRÜNE HAUS e.V.
DIDF-Berlin (Föderation demokratischer Arbeitervereine)
Dersim Kulturgemeinde Berlin e.V.
Bund der Arabischen Alawiten in Berlin (BAAB) e.V.
Huv e.V Berlin – Humanistischer Unternehmerverband
Erzincanlı Canlar Berlin e.V.
Çorum-Der Kultur- und Bildungszentrum e.V.
Koma Şanogerên Aşnan
Akdag Solidaritätsverein - Akdag Köyü Dayanisma ve Destekleme Dernegi e.V.
OMCALI KULTUR- UND SOLIDARITÄTSVEREIN BERLIN
Gaziantep Cepnileri Dernegi Berlin e.V.
Bavul Kunst und Kultur
HDB (Progressive Volkseinheit der Türkei in Berlin e.V)
Sivaslı Canlar e.V
IKK e.V. Berlin
TİP Elmanya
CHP Berlin
Dem-Deutschland Vertretung