Enstîtuya Kurdî ya Dusseldorfê kongreya xwe pêk anî
Enstîtuya Kurdî ya Dusseldorfê kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Enstîtuya Kurdî ya Dusseldorfê kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Kongreya ku Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, PEN’a Kurd, Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Yekîtiya Bawermendan, Siyasetmedar, karmend û nivîskaran peyam jê re şandî, bi tevlîbûna 63 kesan pêk hat.
Rêveberên Enstîtuyê, di kesayeta Mûstafa Sarikaya ku ji nû ve sazûmaniya enstituyê de xwedî kedeke mezin e û niha di greva birçîbûnê de ye, hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
Di kongreyê de rapor hatin xwendin û xebatên heyamê hatin nirxandin.
Piştî wê, ligel 2 hevserok, 3 rêveber û 2 alîkaran, Fevzî Ozmen, Hacîre Genç, Şemdîn Colemêrg, Fêrgîn Melîk Aykoç, Helîm Yusuf, Rojda Akangun, Hulya Turgut ji bo rêveberiya heyama nû hatin bijartin.
Kongre bi derketina ser dikê ya koma muzîkê Onîda Îzem, bi dawî bû.