Endamên CÎK‘ê Nobeta Azadiyê dewir girt

Nobeta Azadî ji Abdullah Ocalan re li cihê hevpar ku saziyên Ewropayê lê ne 550 hefte ne ku berdewam e. Vê hefteyê ji endamên CÎK’ê nobet dewir girtin.

Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Hezîrana 2012’yan ve li ber Konseya Ewropyayê ya li Strasboûrgê ya Fransayê (KE) hatiye destpêkirin û ji wê demê ve bênavber didome, ket hefteya 550’an. Vê heftiyê jî endamên Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) nobet dewr girt.

Di komê de Mele Salih Torî, Mele Qasim Serhedî, Mele Mehmet û Erkan Yûrtsever cih digrin. Li ser navê komê Mele Qasim Serhedî axivî û hest û hêviyên xwe yên ji sala nû, wiha anî ziman: “Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê me konê nobetê yê ji bo Rêbertiya me tê girtin, îro dewr girt. Nobeta yekem a sala 2023’an. Em sala 2023’an ji bo azadiya Rêbetiya xwe; Rêberê Gelê Kurd, hewl bidin. Me sala ku li pey xwe hiştî, bi xemgînî derbas kir. Herî dawî li Parîsê 3 hevalên me; Hevala Evîn, Evalê Abdûrrahman û Hevalê Perwer hatin qetilkirin. Her sê jî di rêxistinbûna Kurd û Kurdistanê de, xwedî cihek cuda û ked bûn. Hîna cenazeyên me li erdê ne û em ê di hefteya pêşiya xwe de, bi rêbikin.

Hefteya bê di heman demê de salvegera şehadeta 3 hevalên me yên jin; Hevala Sakîne, Hevala Fîdan û Hevala Leyla ye ku berî 10 salan şehîd bûn. Ez ji gelê Kurd û dostên wê di sala 2023’an de hêvî dikim ku ji bo azadiya Rêbertî û gelê me, rêxistinbûna me hîn mezintir bikin; da ku dijminên gelê Kurd bi destên mirovan gelê Kurd qetil nekin. Em yekîtiya Kurd û Kurdistanê, xwişk û birayên xwe û hevalên xwe hêvî dikin. Em ji kesên heta niha ji bo azadiya gelê xwe hişyar nebûne, wijdana wan nerabûye dixwazin ku hinek din xwe lêpirsîn bikin û hêza xwe mezin bikin. Heta ku Serok Apo azad nebe, ne em dikarin azad bibin û ne jî Kurdistan. Azadiya gelê Kurd û Kurdistanê, girêdayî azadiya Serok Apo ye. Bijî Serok Apo.“