Hevserokên FED-GEL BW BAYERN’ê daxuyaniyeke nivîskî da, got: “Vê sibehê polîsan bi ser lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û malên welatparêzan de girtiye û endamê KNK’ê Tahir Koçer destgîr kiriye.“
FED-GEL’ê diyar kir ku beriya sersalê ev biserdegirtin bûne sedema şikestina xeyalan û ev tişt destnîşan kir: “Hewila birina ji dîrokê ya gelê Kurd tê dayîn; mafekê xwezayî ye ku Kurd li ser esasê parastina rewa xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.“
FED-GEL’ê bertek nîşanê bêdengiya hikûmeta Elman da ku çima dengê xwe ji sûcên dewleta Tirk dike re nake û wiha got: “Kurd ne bêxwedî ne ne jî ji dayîna berdêl texsîr nakin. Berxwedana Kurdan a bi 50 salên dawîn nîşana vê ye.“
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Krîmînalîzekirina gelekê sirgûn ku ji qirkirinê reviyaye û li Elmanyayê bi cih bûye, bi dewleta Elman nakeve. Hêviya me gelê li dîasporayê ji dewleta Elman ew e ku guhdariya me bike, bi pirsgirêkên me de bikeve û bi me re li rêya çareseriyê bigere. Tevgerîna dewleta Elman mîna dewleta dewleta Tirk a qirker, helwesteke polîtîk e ku em Kurd pê pir diêşin.
Çawa Elmanya ji me dipê ku em dengê xwe ji qirkerî û qetlîamên mîna ya li Cihûyan hatiye kirin re nekin? Elmanya qet nebe nebûya aliyekê pirsgirêka Kurd-Tirk. Em bang li Elmanyayê dikin ku helwest û tevgerên xwe li dijî sazî û aktîvîstên Kurd berde ku ji bo hebûna xwe têdikoşin, parastina xwe ya rewa dikin.
Berjewendiya hevpar a hemû kesên li Elmanyayê dijîn ew e ku ewlehiya hemûyan hebe. Nabe ku mirov dengê xwe ji qirkirina tu civakê re neke û ya jî ferz bike. Divê bizane ku ev helwest zerarê dide edalet, aştî, nirxên hevpar, ewlehiya civakê û girêdayîbûna li Elmanyayê.
Em hewildana krîmînalîzekirin û çewisandina sazî û aktîvîstên Kurdan a polîs Nurnbergê şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku ji aktîvîst û saziyên Kurd re rêz bê girtin ku di vê mijarê de mexdûr bûne û demildest bên berdan.“