Encamnameya 2. Konferansê Demokrasî û Azadiyê hat ragihandin

2. Konferansa Demokrasî û Azadiyê ya li Berlînê hat piştî 2 rojan îro bi ragihandina encamnameya konferansê bi dawî bû. Di konferansê de li ser şêwazê têkoşîna dema pêş a li Tirkiyê nirxandinên girîng hatin kirin.

Konferansa Duyemîn a Demokrasî û Azadiyê li Berlînê ku yek ji paytextên ku herî baş birînên şer nas kirî, hat lidarxistin.

Di Encamnameya 2. Konferansa Demokrasî û Azadiyê de bal hat kişandin li ser pêvajoya di navber vê konferansê û ya beriya vê û hate gotin: “Ji konferansa yekemîn a ku beriya du sal û nîvan hat lidarxistin û bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyeyê re zext û zordarî zêde bûne û li hemberî wê jî muxalefetê modelên nû yên berxwedanê pêş xist.” Her wiha hatiye destnîşankirin ku desthilatdariya otokratîk û polîtîkayên dagirkeriyê bê ka xeteriyeke çawa ji bo mirovatiyê çêdike.

Nûnerên sazî, rêxistinên mafên mirovan, siyasetmedar, akademîsyen û aktîvîstên xwedî nêrînên cuda di vê konferansê de hatin cem hev û di nava wan du rojan de gelek nîqaşên girîng têkildarê pirsgirêkên têkoşînî yên hêzên muxalefetê û modela nû ya alternatîf a têkoşînê ku wê siberoja Tirkiyê diyar bike hatin gotûbêjkirin.

Di beşek din a encamnameyê de ev tişt hate gotin; “Ligel ku bi taybetî di van 20 salên dawî de zirarên giran hatin dayîn jî, li Tirkiyeyê kevneşopiya têkoşînê heye. Îradeya bibiryar a gelên li dijî zilmê, bi taybetî jî bi serketina rêveberiyên herêmî, têkçunê rawestand û pēşerojê afirand. Bi bilindkirina vê hêviyê, pêşxistina tifaqên demokratîk, bi taybetî jî rola aktîf a rêxistinên kedkar, tevgera jinan û muxalefeta ekolojîk a di vê pêvajoyê de û hevgirtina têkoşîna li Tirkiyeyê bi tecrubeyên cîhanê re, bi taybetî jî bi têkoşîna azadiyê ya li Emerîkaya Latîn bi serket re hat tekezkirin.”

AVAKİRİNA PÊŞEROJÊ

Di berdewamiya encamnameyê de bal hat kişandin ser ji nû ve avakirina saziyên çavdêrî û hevsengiyê, ji nû ve avakirina daraza serbixwe, meclîsek bi bandor, çapemeniyeke azad, zanîngeheke xweser û civakeke sivîl a bi hêz û wiha dom kir, “Pêdiviya avahiyeke nemerkezî ku li şûna rêxistina navendî ya li ser dîktatoriya yek zilamî, siyaseta herêmî li ser esasê tevlêbûn û lihevhatinê bi pêş bixîne.”

Di dawiya konferansê de sê komên xebatê hatin avakirin ku wiha ne:

-Koma Xebatê ya Dîplomasî û Medyayê

-Koma Têkiliyên Gel

-Koma Xebatê ya Maf û Edaletê

Encamnameya Konferansê bi vê îdia û hêviyê bi dawî dibe: “Konferans bi hêviya berdewamiya vê atmosfera yekîtî û hevgirtinê ya hatî afirandin, mezinkirin û domandina tifaq û têkoşîna hevpar ya hatî avakirin ya ne tenê heta bi dawîkirina zilmê, belku heta ku Tirkiyeya demokratîk û hawîrdora aştiya civakî ya ku her kes hesreta avakirina wê dixwe, bi hev re bi biriyardarî bixebitin û konferans bi hêviya li darxistina konferansa sêyemîn li Tirkiyê bi dawî bû.”