‘Em ê heyfa xwe bi şoreşa jinan hilînin’
Bi sedan kes ku li Londonê hatin ba hev, ji bo Şehîdên Parîsê meşiyan û gotin: “Em ê heyfa xwe bi şoreşa jinan hilînin.”
Bi sedan kes ku li Londonê hatin ba hev, ji bo Şehîdên Parîsê meşiyan û gotin: “Em ê heyfa xwe bi şoreşa jinan hilînin.”
Bi Yekîtîya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, Piştevaniya Jinan a Londonê, Meclisên Gelê Kurd, bi sedan kes li ber Pirtûkxaneya Wood Green hatin ba hev û ji bo qetilkiriyên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an meşiyan û kesên hatin qetilkirin, bi bîr anîn.
Girseyê pankartekê Kurdên li Parîsê hatine qetilkirin û nivîsa “Tolhildana me wê bi şoreşa jinê be” li ser, hilda û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin”, “Tirkiyeya terorîst”, “Bila bimire faşîzm”, “Bibêje na ji êrîşên li Kurdistanê re”, “Sara, Rojbîn, Ronahî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Beriya meşê di şexsê şehîdên Parîsê û Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) û Firat Neval (Ozgur Namoglû) de ku Rojava şehîd bûn, bi deqeyekê rêz ji bo hemû şehîdên şoreşê hat girtin.
Li vir, li ser navê DGB, Meclisa Gelê Kurd, Piştevaniya Jinan û komên enternasyonel axaftin hatin kirin. Di axaftinan de qetlîamên Parîsên hatin şermezarkirin û bertek hat nîşandayîn ku Fransa, rastiyê bi “sira dewletê” vedişêre û hat destnîşankirin ku her du qetlîam jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin û heta hesabê her du qetlîamên ku kiryarên wan diyar in, bê pirsîn wê têkoşîn berdewam be.
Her wiha hat gotin ku divê dewletên helwest nîşanê faşîzma Tirk bidin ku dijmina aştiya Rojhilata Navîn e û hat diyarkirin ku Fransa li dijî polîtîkayên hovane yên dewleta Tirk helwesta xwe diyar bike da ku xwe ji vê fediyê xelas bike û hat gotin ku wê bi şoreşa jinan hesabê qetlîaman bê xwestin.
Piştî axaftinan girse meşiya ber bi Îstgeha Tûrnpîke Lîneê.