‘Em ê dersa hilbijarî ya Kurdî, li seranserê Swîsreyê belav bikin’

Nivîskar Fatma Şik ku li panela bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Lozanê hat danîn, axivî, diyar kir ku wê dersa hilbijarî ya Kurdî wê li dibistanên Kantona Cenevreyê bê dayîn û got ku ew ê dersa hilbijarî ya Kurdî li seranserê Swîsreyê belav bikin.

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Lozanê ku bajarekê Swîsreyê ye, panelek hat lidarxistin. Nivîskar Mursel Yildiz panel bi rê ve bir. Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Fatma Şik û Nivîskar Gernas Koçer ku damezirînerekê Enstîtuyê ye, wek axêver tev li panelê bûn.

Gernas Koçer diyar kir ku ew her saj bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakiyan li dar dixin û behsa dîroka Kurdistanê û Kurdî kir. Koçer anî ziman ku li dijî polîtîkayên bişaftinê ku sed sal in berdewam in, ji bo parastin, bipêşvebirin û xwedîderketina li zimanê Kurdî demeke dijwar bûye.

Koçer bi lêv kir ku Kurd gelekê qedîm ê herêmê ne û zimanê wan rû bi rûyê tunebûnê ye û wiha axivî: “Ji ber polîtîkayên dijmin bişaftin derxistiye asta herî bilind lê dewam dike, zarokên me ji zimanê xwe yê zikmakî dûr bûne. Kurd, divê bi taybetî di vî warî de pir têbikoşin. Gavê herî giring ê di vî warî de bê avêtin, ew e ku Kurd bi pêngaveke şoreşgerî ji xwe dest pê bikin û ji bo malbat û derdor li zimanê xwe yê zikmakî bibin xwedî, bixebitin.”

KURDÎ WÊ WEK DERSA HILBIJARÎ BÊ DAYÎN

Fatma Şik, behsa xebatên Enstîtuya Kurd a Swîsreyê yên li seranserê welat kir, got ku ji bo serê pêşîn li gelek navendan Kurdî wek dersa hilbijarî bê dayîn, wan dest bi xebatê kiriye.

Nivîskar Fatma Şik da xuyakirin ku astengiyên zagonî yên li ber perwerdehiya bi gelek zaravayên Kurdî rabûne û got: “Li Cenevreyê ku wê serdema nû ya perwerdehî û hîndekariyê meha Îlonê dest pê bibe, wê Kurdî wek dersa hilbijarî bê dayîn. Em ê vê xebatê li seranserê Swîsreyê belav bikin.”

YEK ZIMAN, YEK NETEWE, YEK AL BI LOZANÊ HATINE

Fatma Şik da zanîn ku bi Peymana Lozana ku dikeve sala 100’emîn, rê li ber polîtîkayên bişaftinê yên giran vebûye û wiha got: “Cardin li dijî van polîtîkayên bişaftinê yên bi armanca tunekirina ziman û çandên gelan, rastiya divê mirov parastina zimanê xwe bike, derketiye holê.”

Piştî panelîstan mijarên xwe pêşkêş kirin, dest bi beşa pirs-bersivê hat kirin. Bi pişt re guhdariya muzîkê hat kirin.