Elmanyayê yekîneya ‘antîdron’ a neteweyî ava kir

Elmanyayê li hemberî firandina dronan a bêyî destûr ku di mehên dawîn de li ser tesîsên stratejîk zêde bûne, yekîneyeke antîdronan a polîsiye a nû ava kir.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundirîn Alexander Dobrindt, yekîneya taybet a li nêzîkî Berlinê hatiye avakirin, wê bi demê re bigihîje zêdetirî 130 personelan û li seranserê welêt  kapasîteya mudaxeleya bi lez bi dest bixe.

Li rex vê yekê wê balafirgehên Elmanyayê jî ji aliyên rêveberiyên xwecihî ve ekîpmanên parastinê yên nû yên weke teknolojiyên tevlîhevkirina sînyalan, pergalên şopandinê û ‘’dronên bergir dron’’ werin bicihkirin.

Dobrindt anî ziman ku Elmanya wê dronên bêyî destûr difirin, tespît bike, wan biqewirîne, asteng bike û ger hewce bike jî wê wan bixe xwarê.

Hikûmet, di serdema 2025-2026’an de zêdetirî 100 milyon dolarî razemeniyêli teknolojiya antîdronan dike; di vê pêvajoyê de ji Ûkrayna û Îsraîlê piştgiriyê distîne.  

Her wiha ji bo zêdekirina koordînasyona di navbera yekîneyên ewlehiyê de wê di demeke nêz de Navenda Parastina Antîdron a neteweyî were avakirin.  Elmanyayê, li hemberî dronên li qada hewayî ya neteweyî yên bêyî destûr difirin jî rayeyên polîs û artêşêjî zêde kirin.

Hate ragihandin di demên dawîn de bi taybetî jî li Ewropaya Bakur li ser balafirgeh û tesîsên leşkerî gelek firînên bi guman ên dronan çêbûne. Polîsên Elmanyayê dan zanîn ku du ji sêyan ên bi sedan bûyerên ku di sala 2025’an de hatine tespîtkirin li balafirgehên mezin rû dane û bi tevahî nêzîkî hezar caran wan tespît kiriye ku li ser binesaziyên krîtîk dronên biguman hatine firandin. Li gorî rayedaran dibe ku Moskova li pişt van bûyeran be.