Elmanya piştî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn di nava krîza herî giran a pîşesaziyê de ye

Federasyona Pîşesaziyê ya Elmanyayê (BDI) ragihand ku aboriya welêt di nava "Krîza herî giran a piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ye" û diyar kir ku hikumet li hemberî vê krîzê gaveke bi biryar a têrker neavêtiye.

Serokê BDI'yê Peter Leibinger anî ziman ku aborî di "ketina serbest" de ye û diyar kir ku dawiya sala 2025'an dibe ku pîşesazî "bi rengekî dramatîk bigihêje binî."

Leibinger got, "Li gel ku aboriya Elman bi rengekî serbest serberjêr bûye, hikumet bi biryardariya têrker helwestê nîşan nade."

Serokê BDI ragihand ku pîşesaziya Elman heta dawiya sala 2025'an dibe ku bi ketineke dramatîk re rû bi rû bimîne.

Elmanya çar sal in li ser hev ji aliyê hilberîna pîşesaziyê ve kêm dike. Çend ji faktorên sereke yên ku zextê li ser aboriya welêt dike, bi vî rengî têne destnîşankirin:

"Piştî ku Ûkrayna ji aliyê Rûsyayê ve hate dagirkirin, buhayê enerjiyê zêde bû. Tengavbûna aboriya Çînê. Bandora neyînî ya li ser bazara îxracatê ya Elmanyayê. Zêdebûna bi lez a faîzê ya li Ewropayê."

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz diyar kir ku wê nameyekê ji Yekîtiya Ewropayê bişîne ku plana qedexekirina firotina wesayitên nû yên bi dîzel û benzînê dixebitin a heta sala 2035'an bê rakirin. Bi vê gavê tê xwestin, piştgirî ji endustriya wesayitan a Elmanyayê re bê dayin û di danûstandinên bi Yekîtiya Ewropayê re hêza xwe ya bazariyê xurt bike.

Li gorî aborînasan sala 2025'an ji bo Elmanyayê wê nebe saleke şikestinê, lê belê aborî wê hêdî hêdî xwe komî ser hev bike; rêjeya mezinbûnê jî weke asta ji sedî 0 heta 0.5 hate destnîşankirin.