Du fermandarên mezin li Hambûrgê hatin bibîranîn
Ji bo ji pêşengên Tevgera Azadiyê Raperîn Amed û Fazil Botan li Hambûrgê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo ji pêşengên Tevgera Azadiyê Raperîn Amed û Fazil Botan li Hambûrgê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Ji pêşengên Tevgera Azadiya Jin û endamê Komîteya Rêveber a KONGRA-GEL Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) û ji fermandarên efsanewî ya têkoşîna azadiya Kurdistanê Fazil Botan (Ahmet Şeker), li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekî hatin bîranîn.
Çalakiya bîranînê ku li salona taxek a Hambûrgê hat lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Di çalakiya ku ji aliyê Malbatên Şehîdan a Hambûrgê ve hat lidarxistin de dotmamê Raperîn Amed Munevver Azîzoglû got ku ew di şexsê Raperîn Amed de careke din şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Munnever Azîzoglû got, “Heval Raperîn şoreşgera efsanewî ya zarokarî û ciwantiya me bû.”
Nûnera Tevgera Jinan a Ewropayê Zeynep Dersim jî wiha got: “Me bi Fazil û Raperîn re di heman xaçerêkê de heman xeyalan parve kir. Dersim anî ziman ku weke her tiştî berdêla azadiyê jî heye û got, “Hevreyên me bê dudilî di vê oxirê de canê xwe fedakirin.”
Xwişka Mehmet Hayrî Dûrmûş ê yek ji pêşengên berxwedana zîndana Amedê Ayten Dûrmûş jî anî ziman ku dilsoziya bi şehîdan re bi xwedî lê derketina têkoşîna wan re pêkan e û diyar kir ku şehadet çiqaş bi êş bin rûmeta wan jî ewqas mezin e.”
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Raperîn Amed, bi dawî bû.