Doza tîma sûîkastê: Di 22’ê Nîsanê de wê biryar were dayîn
Doza hewldana sûîkasta li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hate kirin. Di 22’ê Nîsanê de wê biryar were dayîn.
Doza hewldana sûîkasta li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hate kirin. Di 22’ê Nîsanê de wê biryar were dayîn.
Di sala 2017’an de li hemberî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar hewldana sûîkastekê hatibû kirin. Rûniştina doza li ser hewldana sûîkastê li Brukselê hate kirin.
Di 18’ê Hezîrana 2021’an de biryara vekirina dozê hatibû dayîn.
Di dozê de Zekerîya Çelîkbîlek, Yakûp Koç, Necatî Demîrogûllari û Haci Akkûlak tên darizandin.
Parêzerê Aydar û Kartal, Jan Fermon dosye amade kir û di dosyeyê de diyar dike ku li Ewropayê toreke berfireh a sûîkast û sîxuriyê hatiye avakirin. Sefîrê berê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Hakki Mûsa di serî de, parêzer Fermon qala rola kesên di Qetlîama Parîsê de dike. Delîlên cîddî hene ku hewldana sûîkasta li Brukselê ji aliyê Îsmaîl Hakki Mûsa hatiye koordînekirin.
Endamên koma sûîkastê di sala 2017’an de dema li dora avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) keşif dikirin, polîsan ew girtinûn. Di dema kontrolê de li ser Yakûb Koç nasnameya polîsan hatibû dîtin û dekretibû holê ku Zekeriya Çelîk jî berê leşker bûye. Tê fêmkirin ku Necatî Demîrogûllari yê li Belçîkayê dijî jî di warê lojîstîk û peydakirina xebatkaran de peywir stendiye.
Haci Akkûlak ê ku Kurd e, piştî ku wekî sîxur tê bikaranîn fêm dike bûyer ber bi sûîkastê diçe û piştre diçe ji polîsên Belçîkayê re mikur tê.
Yakûp Koç direve Tirkiyeyê û Zekeriya Çelîkbîlek hê jî li Fransayê dijî.
Hatibû tespîtkirin ev kesên di nav koma sûîkastê de cih digirin têkiliya wan bi Enqere û Qesra Serokkomariyê ya Tirkiyeyê heye. Bi saya şopandina teknîkî û axaftinên di telefonan de tê dîtin ku li Ewropayê toreke berfireh a sûîkastê heye û ev tor bi fermana Enqereyê tê koordînekirin.
Di rûniştinê de parêzer Jan Fermon qala têkiliyên koma sûîkastê, axaftinên di navbera wan de kir û hinek wêne nîşan da. Di wêneyan de şefê SADAT’ê Adnan Tanriverdî û şêwirmendê Erdogan Seyît Sertçelîk bi hev re wêne girtine.
Dozgerekî din kete dozê. Dozgerê berê diyar dikir hewceyî bi vekirina dozê tune lê dozgerê nû diyar kir ev gilîkirin sûc xwedî çawaniyeke ‘rastîn’ e lê ev ev rewş ‘zêde ne zelal e’.
AYDAR: HEMÛ MÛXALIF BÛNE HEDEF
Aydar diyar kir ku dewleta Tirk ne bi tenê wan, hemû kesên mûxalif dike hedef û got “Em hêvîdar in ji bo sûîkast û hewldanên wisa pêk neyên, biryara dadgehê wê girîng be.”
Kartal jî diyar kir ku Akkûlak û Çelîkbîlek dema axivîne, Çelîkbîlek ji Akkûlak re gotiye ‘Binihêre ya Parîsê jî me kir, lê tiştek nebû’. Di sala 2014’an de yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.
Heyeta dadgehê wê di 22’ê Nîsanê de biryarê bide.