Doza 'Erdogan bikuje' ya li Swîsreyê bi beraetê bi encam bû

Li Swîsreyê, doza ji ber afîşa 'Erdogan bi çeka wî bikuje' ya li çalakiyeke 2017'an hate hildan, bi beraetê bi encam bû.

Ji bo şermezarkirina zilma dewleta Tirk a li Kurdan di sala 2017'an de li bajarê Bernê çalakiyek hatibû lidarxistin û pankarta bi nivîsa "Erdogan bi çeka wî bikuje" hatibû hildan.

Doza ku çar kes tê de dihate darizandin meha Çileyê dest pê kir. Kesên hatin darizandin bi rîska cezayê girtîgehê yê sê salan re rû bi rû bûn.

Dadgerê dadgeha herêma Bern-Mittellandê biryara xwe di 9'ê Adarê de eşkere kir.

Dadgehê hikum da ku bi vê afîşê re delîlek ji bo banga tundiya fîzîkî ya li dijî Erdogan nîne.

Hate ragihandin ku peyva 'Kill' a bi Îngilîzî ya ku li ser afîşê hebû ne tenê bi wateya 'kuştinê' her wiha bi wateya 'bêbandor hiştinê' jî tê bikaranîn.

Di biryara dadgehê de hikum hate dayin ku afîş banga ji bo kuştina Erdogan nake.

Bi vî rengî dadger têkildarî çar kesan biryara beraetê da.

Çalakiya sala 2017'an di navbera Swîsre û Tirkiyeyê de bûbû sedema krîza dîplomatîk.