Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê

Dîmenên nû yên êrîşa li ser Kurdan a li Parîsa paytexta Fransayê derketin holê.

Êrîşkar beriya nîvro êrîşê Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya kir û bi pişt re êrîşê restoranteke Kurdan û dikaneke porkurkirinê ya li heman kuçeyê kir.

Di dîmenên kameraya li avahiya berber de xuya dibe ku êrîşa bi çeka di destê xwe de dikeve hundir û guleyan berdide mişteriyên xwe disipêrin paşiya salonê. Hingê yek direve, yên di hundir de êrîşkar bê bandor dikin û dest didin ser çeka wî.

Ji dîmenan xuya dibe ku yek jî ji zikê xwe birîndar e. 

Polîsan, da zanîn ku wan êrîşkar girtiye, rayedaran jî polîs pîroz kirin ku “bi lez û bez“ erîşkar girtiye. Lê ji dîmenan xuya ye ku êrîşkar ji aliyê dikandar ve tê bêbandorkirin û polîs pir dereng tên cihê bûyerê.