‘Di tûra duyemîn de jî em biçin ser sindoqan’

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan.

Koordînasyona Hilbijartinê diyar kir ku tevî hemû êrîşên faşîzmê jî Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bû partiya sêyemîn a herî mezin a meclîsê. Koordînasyonê da xuyakirin ku ew ê di hilbijartinên tûra duyemîn de wê faşîzm û Erdogan têk bibin.

Di daxuyaniya koordînasyonê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji bo me aliyê herî girîng ê van hilbijartinan ew bû ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji desthilatdariya yekzilamî, pergala cinawir û faşîzmê rizgar bibe, firsend da me. Ji bo vê me di tûra yekemîn a hilbijartinê de bi dirûşma ‘Dengek dîktator hildiweşîne’ kampanyaya hilbijartinê meşand. Me nehişt ku Erdogan û faşîzm di hilbijartina tûra 1’emîn a 14’ê Gulanê de bi ser bikevin. Niha dema wê hatiye ku Erdogan û faşîzm di Hilbijartinên Derveyî welat yên 20-24’ê Gulanê de têk biçin.

Ji bo vê jî em ê ji bo ku deriyê siberojeke azad û demokratîk vebe em ê bixebitin û em ê bi Erdogan û faşîzmê bidin windakirin. Ji ber ku zalim, faşîst, nîjadperest, mêtinger zû yan dereng wê têk biçin.

Ji ber vê sedemê em bang li hemû kesên ku demokrasî, hiqûq, edalet, azadiya jinan, azadiya baweriyan û azadiya gelan dixwazin ku biçin ser sindoqê û bi şîara ‘Dengek dikare dîktator hilweşîne’ wekî milîtanên partiyê bixebite û derdora xwe tevlî xebatan bike.”