Di rûniştina Mafên Mirovan a NY‘yê de tecrîd û binpêkirinên mafan hatin nîqaşkirin

Rapora ku MRAP’ê pêşkêşî 49’emîn Rûniştina Konseya Mafên Mirovan a NY’ê kiribû, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û îşkenceya li girtîgehan didome, ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY’ê ve hat qebûlkirin.

Tevgera Mouvement contre le Racisme et pour l'Amitie entre les Peuples (MRAP) ku saziya sivîl a li dijî nîjadperest a Fransayê ye, di 49‘emîn Rûniştina Konseya Mafên Mirovan a NY’yê de, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beyanek nivîskî pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir.

Di raporê de bal kişandin li ser pêkanînên derqanûnî yên di dema destgîrkirina kesên muxalîfan de.

Di beşa bi sernavê Tirkiye: Li dijî muxalîfan pêkanînên derqanûnî " hat gotin ku "Li dijî dewleta hiqûqê êrîşên giran hatiye kirin.“, bi hezaran akademîsyen, endamên partiyên muxalîf, rojnamevan û kesên rexneyan li rejîma Erdogan dikin bi awayekî keyfî hatin destgîrkirin û hatine girtin.

Di raporên saziyên sivîl ên navneteweyî û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) û Konseya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku der barê pêkanînên keyfî yên li girtîgehan de raporên ku mirov dixe nava fikran de ye.

Di rapora nivîskî ya ku ji aliyê Sekreterê Giştî ve hat qebûlkirin de, ji ber şert û mercên şewbê ên li girtîgehên Tirkiyeyê û ji ber serdegirtina leşker û gardiyanan, îşkence, tecawiz, lêgerîna tacîz, nêzîkatiyên heqaretê yên leşker û gardiyanan tedawiya girtiyan nehatiye kirin. Di raporê de hate gotin ku girtiyên Kurd ên siyasî rastî cezayê keyfî yên disîplînê û nêzîkatiyên gardiyan û bijîkan ên nîjadperestî tên.

Di raporê de ku daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Xizmên Girtiyan jî cih digire de, hat destnîşankirin ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 605 girtiyên siyasî yên nexweş ku 604 jê giran nexweş in, hene.

Di beşa duyemîn a raporê ya bi navê “Tecrîd û îşkence” de bal hat kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û rêveberiyên girtîgehan li hemberî hemû gilî û bertekên li hemberî binpêkirinên li wir pêk tên bi qeyd û lêpirsîna dîsîplînê bersivê didin û "Raporkirina binpêkirinên mafan û zextên li hundirê girtîgehê jî dibe sedema lêpirsîna dîsîplînê." Di encama pêkanînên dîsîplînê de dibe ku astengiyên ragihandinê û hucreyên yek kesî li girtiyan bên birîn. Girtiyên ku cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn, pêkanînên weke hucreya yekkesî, hevdîtin, nivîsandin û mafê telefonê tên birin. Kesên ku cezayê muebetê li wan hatiye birîn, di hucreyên yek kesî de tên bicihkirin û têkiliya wan bi girtiyên din re tê qedexekirin.

Di raporê de hat bibîrxistin ku Raportorê Taybet ê Dijî Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî Juan Mendez di konferansa Cotmeha 2011'an de gotibû, "Tecrîd dema ku weke ceza tê bikaranîn, dikare were wateya îşkenceya hovane, muameleya dijmirovî û biçûkxistinê yan jî cezakirinê."

Kiryarên bêhiqûqî yên ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine kirin, hatin rêzkirin. “Yek ji girtiyên ku cezayê giran ê girtîgehê lê hatiye birîn Abdullah Ocalan e. Ji 16'ê Sibata 1999'an û vir ve bi tena serê xwe li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin. Di Adara 2015'an de Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji girtîgehên din sewqî cem wî hatin kirin. Piştî dadgehekî kin, pêşî cezayê îdamê li Abdullah Ocalan hate birîn û piştî ku Meclîsa Bilind a Tirk cezayê îdamê betal kir, cezayê muebbetê yê giran lê hat birîn. Ji Tîrmeha 2011'an û vir ve ji bilî çend hevdîtinan destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bilî parêzeran destûr nayê dayîn ku girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû; û malbata wî jî 3’ê Adara 2020’an de hevdîtin pêkanî. Her wiha li her sê girtiyên din ên li Îmraliyê jî heman pêkanînê tên kirin.”

Hate destnîşan kir in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin rejîmek taybet te tê girtin û ev tişt hate gotin:“ Pêkanînên din ên taybet li Girtîgeha Îmraliyê jî ew e ku bi rêya name û telefonê mafê hevdîtinê ji girtiyan re nayê dayîn. Nikarin televizyonê temaşe bikin, rojname bi rêkûpêk nayên belavkirin, dema ku temaşe dikin jî têne sansurkirin. Li dijî kesên ku balê dikişînin ser tecrîda girankirî ya li Girava Îmraliyê lêpirsin tên vekirin. Her wiha Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmut Taşçi û Mehmet Selîm Okçuoglû bi îdiaya endamtiya rêxistina terorê hatin sûcdarkirin.“

Di raporê de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê bal kişand ku di rapora xwe ya Tebaxa 2020’an de ku şert û mercên Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Girava Îmraliyê lêkolîn dike de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku şert û mercên girtîgehê li derveyî mirovahiyê ne. Bi tevahî qedexekirina têkiliyan tê wateya nepenîtiyê.” Di raporê de hat gotin, “Rewşa bi vî rengî nayê qebûlkirin û li dijî peyman û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî yên têkildar e.” Di esasê xwe de destnîşan kir ku divê ne tenê li Girtîgeha Îmraliyê, li hemû girtîgehên welat jî ji nû ve bê sererastkirin.”

Her wiha di raporê de bal kişandin li ser rewşa Parlamentera HDP’ê ya berê Aysel Tûglûk û ev tişt hate gotin: “Tûglûk ji ber axaftinek xwe ya di meclîsê de bi hinceta endamê rêxistinê ye di sala 2016’an de hate girtin û ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaelî yê tê girtin.“