Di pîrozbahiyên Noelê de çalakiya ji Abdullah Ocalan re azadî
Du aktivîstên ku tevlî pîrozbahiyên Noelê yên li Frankfûrtê bûn, ji gel re behsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Du aktivîstên ku tevlî pîrozbahiyên Noelê yên li Frankfûrtê bûn, ji gel re behsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Li Frankfûrtê ya Elmanayê ji bo Heftiya Mafê Mirovan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hate xwestin.
Aktivîsên Kurd ên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Franfûrtê Firat Vural û Mazlûm Ihlamûr tevlî pîrozbahiya Noelê ya li Hauptwachê bûn û bi çalakiyekê bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan.
Aktivîstan kostûmê Nolê Bav li xwe kirine û di pîrozbahiyê de ji gel re behsa Abdullah Ocalan kirin.
Aktivîstan danezanên bi naveroka tecrîda girankirî ya ku ev 23 sal in li Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê danîn, belav kirin.