Di kongreya Intersendikalê de nerazîbûna li dijî dewleta Tirk

Intersendikal li bajarê Zaragoza yê Spanyayê kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist. Nûnerên Kurdan û Polisario jî li kongreyê axivîn. Di kongreya Intersendikalê de qala sûcên Tirkiyeyê hate kirin.

Nûnerên Kurd ên tevlî kongreya Intersendikalê bûn, bal kişandin ser sûcên dewleta Tirk.

Li bajarê Zaragoza yê Spanyayê, kongreya 12'emîn a Intersendikalê hate lidarxistin û nûnerên Kurd û Polisario li kongreyê axivîn.

Eyup Dorû bi navê gelê Kurdistanê delegeyên kongreyê silav kir û işaret bi dagirkeriya delweta Tirk a li Kurdistanê û komkujiyan kir. Dorû diyar kir ku saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê polîtîkayeke durû dimeşînin û got, "Ji ber ku Tirkiye endamê NATO'yê ye li hemberî van sûcan bêdeng dimînin."

Dorû anî ziman ku dewletên Ewropayê li gel binpêkirina mafên mirovan jî hîn çekan difiroşin Tirkiyeyê û bi bîr xist ku desthilatdariya AKP-MHP'ê şaredariyên gelê Kurd desteser kiriye. Dorû bal kişand ser qirkirina siyasî û got, "Serokkomarê Tirk bi xwe got ku ew qanûnên navneteweyî nas nake."

Dorû bang li hêzên navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd.

Rayedarên hikumeta Spanyayê jî beşdarî kongreyê bûn.