Konferansa Navneteweyî ya 18'emîn bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" tê lidarxistin. Di roja yekemîn de axaftinên vekirinê hatin kirin û panel hat lidarxistin. Di konferansê de piraniya axaveran ji jinan pêk tê.
‘ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ DIBIN SEDEMA METIRSIYÊN CIDΑ
Seroka Norwecî yê EUTCC‘yê û akademîsyena ji Zanîngeha Westrheîmê Karîane Westrheîmê anî ziman ku ev konferans êdî xwedî wesfeke dîrokî ye ji ber ku ev 18 sal e berdewam e. Westrheîm bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dibin sedema metirsiyên cidî. Westrheîm diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê 20 hezar girtiyên siyasî hene.
‘DIVÊ EM HÊZA XWE BIKIN YEK‘
Westrheîmê got ku Tirkiye ji ber bêdengiyê êrîşên hovane yên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên xwe li Başûrê Kurdistanê jî didomîne. Westreîmê anî ziman ku pêwîstiya gelê Kurd bi piştevaniya navneteweyî ye heye û got: “Divê em hêza xwe bikin yek.“
‘PÊDIVIYA ME BI AZADIYA ABDULLAH OCALAN HEYE’
Westrheîmê bal kişand bi ser pêngava navneteweyî ku di 10'ê Cotmehê de hat destpêkirin û got: “Pêdiviya me bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye.” Westrheîmê got: “Heger eniyeke sêyemîn a hêzdar ji bo lihevkirinê derkeve pêş û hewl bide Tirkiyeyê bo çareseriyê razî bike, dibe ku aşitî pêkan be. Dibe ku ev wekî xeyalekê be lê divê ev hêvî venemire. Ez bang li Parlamentoya Ewropayê dikim ku vê piştgiriya vê fikirê bikin û bo vê yekê bixebitin.”
CÎGIRÊ PE'YÊ: DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ WERE DERXISTIN
Ji koma Çepa Kesk a Ewropayê Cîgirê Parlamentoya Ewropayê Dîmîtrîos Papadîmoulîsê Yewnanî got ku ji 18 saliya xwe ve welatiyekî çalak e û di partiyên çepgir de kar kiriye û wiha pê de çû: “Mafên Kurdan û rexneyên bo rêveberiya Tirkiyeyê di Parlamentoya Ewropayê de ciheke mezin digirin. Desteya Ewropayê û Konseya Ewropayê giringiyeke mezin nadin vê meseleyê. Mafên mirovan û hiqûq bo wan piştî berjewendiyên polîtîk tên.”
Papadîmoulîs diyar kir ku em hemû li Parlamentoya Ewropayê piştgiriya têkoşîna Kurdan dikin (…) Em ê tu carî dev ji daxwaza sepandina mafên mirovan û mafên civakî bernedin. Papadîomulîs anî ziman ku divê ligel Tirkiyeyê diyalogeke nû bê destpêkirin û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê divê em PKK'ê ji lîsteya terorê derxînin û bi taybetî mînaka Îrlandayê da û divê çareseriya siyasî bê dîtin.“
Papadîmoulîs anî ziman ku pirsgirêka Kurd ji aliyê dîrokî ve jî xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj e, lê di heman demê de xwedî dahatûyekê ye jî û ev girêdayî hewleke mezintir e. Papadîmoulîs bi domdarî wiha got: “Ev serdema wî ya dawî ye ji bo wezifeya wî ya di Parlamentoya Ewropayê de û dema wezîfeya qediya jî wek hemwelatiyekê dê her tim ji bo mafê gelê Kurd têkoşîna xwe bidomîne.“
SCHIEDER: HETA KU ABDULLAH OCALAN AZAD NEBE HIQÛQ TUNE YE
Ji axêverên vekirinê parlamenterê Awûstûryayî yê YE'yê Andreas Schîederê ji Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan diyar kir ku Tirkiye ji aliyê aborî ve di rewşeke gelek xirab de ye û kesên xîzan herî zêde zehmetiyê dikişînin.
Schîederê ku di heman demê de endamê Koma Dostaniya Kurdan ya YE‘yê ye, bal kişande ser hilweşîna ji ber erdheja dawî pêk hatî û got ku alîkarî jî bi awayekî heqane nehatine belavkirin û alîkariyên ji bo Rojavayê diçûn hatin astengkirin.
Schîeder bi gotinên “Em hêvîdar bûn ku piştî hilbijartinê guherînek çêbe, lê ev pêk nehat. Rewşeke têra xwe zehmet derket holê” dest pê kir û got: “Rewş li Tirkiyeyê niha gelek xirab e. Çendî ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bimîne, edalet jî pêk neyê. Azadiya Abdullah Ocalan xwedî giringiyeke sembolîk e, azadiya gelan e.”
Piştî axêverên vekirina yekemîn a panela konferansê ji London School of Economicsê bi civatgêriya Ayça Çubukçuyê pêk hat.
Ji Zanîngeha Teknolojiyê ya Tennesseeyê û Sekreterê Giştî yê EUTCC‘yê Mîchael Gunter bi serenavê “Erdogan çawa di hilbijartina Gulana 2023‘yan de bi ser ket, çima bi ser ket?” pêşkêş kir. Gunter bi awayekî online beşdar bû û nirxandinek li ser awayê rêvebirina kampanyaya hilbijartinê ya Tayyip Erdogan kir û bal kişande ser kontrola wî ya li ser çapemeniyê û zextên li dijî muxalefetê.
IRFAN AKTAN: VEGERIYANE SALÊN 1920‘Î
Rojnamevan Îrfan Aktan jî diyar kir ku beşeke girîng a mûxalefeta Tirkiyeyê herî kêm bi qasî AKP’ê mafên Kurdan red dike û diyar kir ku ji bo Kurdan qada gewr nîne. Aktan anî ziman ku daraza li Tirkiyeyê mîna 'Doza Kafka' ye û got: "Tu caran nayê zanîn sûc ji ku tê." Aktan anî ziman ku piştî hilbijartinan di nava civaka Tirkiyeyê de reşbîniyek çêbû û got, gel li hemberî muxalefeta ku hêvî dane wan gelek bi hêrs e.
Aktan bal kişande ser civakê ku êdî hatiye wê astê ku li hemberî hêviyê jî hêrs bibe û dema bersiva pirsa “Tirkiye bi ku ve diçe?” da û got: “Dahatûya Tirkiyeyê di rabirdûya wê de veşartî ye. Dîrok xwe dubare nake lê rejîm dikare xwe dubare bike.” Aktan bal kişand bi ser makezagon û komkujiyên piştî avabûna Tirkiyeyê pêk hatine û rewş wekî salên 1920’î ye.
‘DIXWAZIN KURDAN LI DERVEYÎ ÇARÇOVEYÊ BIHÊLIN’
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çigdem Kiliçgûn Ûçarê jî bi sernavê “Piştî Hilbijartinan Tirkiye: Demokrasî (Ne) mimkin e” pêşkêşiyek kir û beşdar bi zaraveyê kirmankî yê Kurdî silav kirin. Ûçarê diyar kir ku ew ji serdemekê derbas dibin ku li dijî hemû beşên civakî şer dane destpêkirin û vê serdemê wekî Erdoganperesî bi nav kir. Ûçarê got, “Dijberiyeke heta niha pêjna wê nehatiye bihîstin” hat afirandin. Uçarê her wiha behsa pêvajoya hilbijartinê û rûdanûn wê demê kir.
Ûçarê diyar kir ku piştî ku dewletê ‘pêvajoya çareseriyê’ ji holê rakir, dest bi jinavbirina hemû destkeftî û nirxên Kurdan kir û Komara Tirkiyeyê di destpêka sedsala xwe ya duyemîn de dixwaze Kurdan li derveyî çarçoveyê bihêle.
Ûçarê anî ziman ku bi hilbijartinan re peymana tirkbûnê ji nû ve hatiye vejandin û wiha got: "Bi pêkhateyeke parlementerî ya herî kevneperest, herî neteweperest û herî mêtînger re rû bi rû ne."
Ûçarê axaftina xwe bi gotina “Tirkiyeyek demokratîk bi makezagoneke demokratîk pêkan e.” bi dawî kir.