Di Hefteya Mafê Mirovan de li Aarautê stand hate danîn

Jinan li Aarautê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan de ji bo balê bikêşin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand danîn.

Meclîsa Jinan a Rojbîn ya Aarautê li bajarê Aarautê yê Siwîsrê di çarçoveya pêngava “DEM DEMA AZADIYÊ YE“ bi daxwazî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand danîn. Jinan di çarçoveya çalakiya standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin. Ligel barîna zêde ya berfê jî jinan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çima divê were azadkirin ji ciwanan re anîn ziman.

Endama Meclîsa Jinan a Rojbîn Berguzar Çîftçî anî ziman ku wê çalakiya standê di rojên pêş de jî berdewam bike û got: “Roja 10’ê Kanûnê, Hefteya Mafê Mirovan ji bo me Kurdan gelek girîng e. Bi boneya vê rojê me xwest em balê bikêşinin li ser Tecrîda li ser Rêbertiya me û li dijî polîtîkayên tecrîdê xelkê Siwîsre agahdar bikin. Em bang li gelê Siwîrê dikin ku bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de be.“

Di dawiyê de Çîftçî anî ziman ku bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan ya Cîhanê em ê bi pêşengtiya saziyên Siwîsrê tevlî meşa li Cenevrê bibin û banga tevlîbûnê kir: