Meşa “Şermezarkirina Komploya Navneteweyî û Azadiya Rêber Apo” wê di Sibata borî de bihata lidarxistin lê ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Tirkiyeyê hatibû taloqkirin. Wê meş di 15’ê Nîsanê de li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê were lidarxistin.
Ji hemû bajarên Elmanyayê, Fransaya Bakur, Swîsre, Belçîka û Hollandayê wê tevlîbûn çêbibe. Meş wê li Friedrich-Ebert-Str. 34-38, Dusseldorfê dest pê bike. Siyasetmedar, jin, ciwan û kesayetên ji pêkhateyên cuda yên civaka Kurd jî di nav de ji bo tevlêbûna meşê bang kirin.
Serokê Giştî yê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli, bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ya ku ji bo gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe û aştî were Rojhilata Navîn û ji bo tevlêbûna meşê bang kir.
Siyasetmedar Faysal Yildiz jî diyar kir ku ev 2 sal in ji Rêberê Gelê Kurd agahî nayê girtin û banga “Ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê em hemû li Dusseldorfê bin” kir.