KCDK-E’yê banga tevlêbûna çalakiya sibehê ya li Parîsê kir

Piştî ku sê Kurd li Parîsê hatin qetilkirin, KCDK-E’yê bang li hemû Kurdan kir ku tev li çalakiya protestoyî bibin ku sibehê wê li Parîsê bê lidarxistin.

KCDK-E’yê têkildarê çalakiya ku sibehê wê li Parîsa paytexta Fransayê ji bo protestokirina komkujiya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat kirin bê lidarxistin, daxuyanî da û banga tevlêbûnê li hemû Kurdan kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiya îro li Parîsê pêk hat, berdewama komkujiyên dewleta Tirk e ku li Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk tîne û hat gotin ku dewleta Tirk şerê qirêj ê li Kurdistanê dike, li derveyê welêt jî bi rêbazên stratejiya qirêj pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Fransa hevkarê sûc ê komkujiyê ye û bal hat kişandin ku kiryar bi eşkerenekirina Komkujiya 2013’an a li Parîsê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, wêrek dibin.

Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hate gotin: “Divê di serî de hikûmeta Fransayê, hemû sazî û welatên Ewropayê bizanin ku dema li dijî polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk, nebin xwedî helwest, wê bi rêbazên DAÎŞ’ê vê siyaseta qirêj bike. Kurd li dijî vê êrîşê û komkujiyan pir bi hêrs bûne. 

Êrîş ji kû jî bê kirin, divê bê zanîn ku kiryar û kesê ev plan kir rejîma Erdogan a dîktator e û divê ya pêwîst bê kirin. Planê komkujiyê yên dewleta Tirk li dijî Kurdan, îro li Parîsê pêk hat û ev yek ji durûtiyên welatên din ne qut e.

Em KCDK-E, bi vê boneyê, bang li hemû welatên Ewropa, Kurdistanî, dostên wan, her kesê demokrasî û azadîxwaz dikin ku li dijî êrîşên terorane yên dewleta Tirk a faşîst bi gelê Kurdistanê re têkoşînê geş bikin û tev li meşa protestoyî ya navendî ya Ewropayê ku wê 24’ê Kanûnê saet di 12.00’an li Place de la Rebûblîqûeyê bê lidarxistin, bibin.

Divê di serî de Fransa, dewlet bizanin ku wê nekarin Kurdan bikin bi qurbana berjewendiyên xwe. Felsefeya jiyanê ya Kurdan, ‘Berxwedan Jiyan e.“