Dewleta Elmanyayê derketina derveyî welat li 131 hemwelatiyê xwe qedexe kir

Di navbera salên 2018-2022’an de yekîneyên ewlekariyê yên li Elmanyayê bi awayekî kêfî derketina derveyî welat li 131 hemwelatiyê xwe qedexe kiriye.

Parlamenterê Partiya Çep Gokay Akbûlût ji hikumeta federal a di bin serokwezîriya Olof Scholz re pirsî, gelo ji sala 2018’an û vir ve li çend kesan çûna derveyî welat hatiye qedexekirin.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir ji sala 2018’an û vir ve hejmara welatiyên Elman ên ku derketina derveyî welat li wan hatiye qedexekirin, zêde bûye. Li gorî bersivê ev hejmar di sala 2018’an de 3, di sala 2019’an de 15, di sala 2020’an de 33, di sala 2021’an de 14, di sala 2022’an de jî bûye 66.

Wezaretê bersiveke zelal pirsa ku çima mafê gerê û çûna derveyî welat li 131 kesan hatiye qedexekirin.

EV QEDEXE BÊTIR LI SER ÇEPGIR Û KURDAN E

Di warê hiqûqî de tu bingeha qedexekirina çûna derveyî welat tune. Herî zêde jî Kurd û çepgir dibin mexdûrên vî tiştî.

Di Îlona borî de Solîn G. (18) dema xwest biçe Tirkiyeyê, li balafirgehê bi gotina "Tu beşdarî xwepêşandanên PKK'ê yên li Stenbolê dibî" hat astengkirin û polîsan pasaporta wê desteser kir.

Solîn G. di Kanûna borî de li Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê di têkoşîna hiqûqî de bi ser ket. Dadgehê ev pêkanînên polîsan neqanûnî dît û biryar da divê pasaporta Solîn G. teslîmî wê were kirin.