Derbarê çekên kîmyewî bi hikumeta Arjantînê re civînek hate kirin
Derbarê êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li ser gerîlayan dike û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Wezareta Karê Derve ya Arjantînê re hevdîtinek hate kirin.
Derbarê êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li ser gerîlayan dike û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Wezareta Karê Derve ya Arjantînê re hevdîtinek hate kirin.
Heyeta ku jinên Kurd û Arjantînê di nav de bûn, bi rayedarên Wezareta Edaletê re civiyan. Di heyetê de endama damezirîner a Dayikên Plazo De Mayoyê Nora Cortiñas, çalakvana mafên mirovan û nûnera organîzasyona Dîalogo 2000 Beverly Keene, nûnera femînîstên Abya Yalayê Claudia Korol, nûnera Encuentro Memoria Verdad y Justicia û nûnereke tevgera jinên Kurdistanê cih girtin.
Li gorî agahiyên ku ji heyetê hatine stendin, ji hikumeta Arjantînê hatiye xwestin ji bo pêşiya êrîşên kîmyewî bigire bila têkeve nav hewldanan. Hate diyarkirin di civînê de derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên ku dewleta Tirk li ser Kurdan dike, agahî hatin dayîn.
Cladûîa Korol a ku li ser navê femînîstên Abya Yalayê tevlî civîinê bû got “Em bi sekreterê Mafên Mirovan a Wezareta Karê Derve re rûniştin. Me derbarê meseleyê dosyeyek pêşkêşî sekreter kir. Di dosyeyê de rapora derbarê êrîşên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî û binpêkirinên mafên mirovan a li Tirkiyeyê hebû.”
Korol diyar kir wan di dosyeyê de bal kişandine ser tecrîdê jî û got “Em ji zû ve ye azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diwazin. Em diyar dikin ku gelê Kurd û jinên Kurd ne bi tenê ne.”
Beverly Keene jî diyar kir wan xwestine ji bo bikaranîna çekên kîmyewî were kontrolkirin û astengkirin, divê organîzasyonên navneteweyî lêkolînekê bidin destpêkirin. Keen got “Çend roj berê li Parîsê êrîşek pêk hat. Ev êrîş nîşan dide ku li ser gelê Kurd konsepta îmhakirinê heye. Ne bi tenê li welatên xwe, li her dera dinyayê li ser Kurdan gef hene.”