Depiyên li Ewropayê amadekariya hilbijartinê dikin
Depiyên li Ewropayê dijîn bi ruhê Mazlûm Dogan amadekariya hilbijartinê dikin.
Depiyên li Ewropayê dijîn bi ruhê Mazlûm Dogan amadekariya hilbijartinê dikin.
Depiyên li Ewropayê dijîn îlan kirin ku wan Înîsiyatîfa Hilbijartinê ya Ked û Azadiyê ya Depê ya Ewropayê ava kirine. Înîsiyatîfa ku di hilbijartinên berê yên herêmî û giştî de bi awayekî aktîf di nava xebatan de cih girtibû.
Endamên Înîsiyatîfê Mehmet Dîzîn û Hevşaredarê Depê yê berê Bûrhan Kocaman ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn.
Endamê Înîsiyatîfa Hilbijartinê ya Azadiya Ked û Azadiyê ya Ewropayê Mehmet Dîzîn, diyar kir ku ew berê jî di hilbijartinên şaredariyan de bi awayekî bi bandor xebitîn û got, "Di salên 1970'î de nifûsa Depê 48 hezar bû, îro jî bûye 28 hezar. Piraniya gelê me li Ewropayê dijîn. Li Hollanda Den Haagê 12 hezar, li Metz a Fransayê 10 hezar, li Hamburg û Bonnê ya Almanyayê 15 hezar kesên ji Depê dijîn. Hejmara ku em dizanin 35 hezar e lê dibe ku hejmara rastîn zêdetir be.”
Dizin, da zanîn ku ji serê salê û vir ve plan dikin ku Dep û komeleyên wê yên gundan ên li Ewropayê bên cem hev û wiha got: “Ji ber erdhejê me ev yek taloq kir. Dema ku biryara hilbijartina 14’ê Gulanê hat girtin, em dîsa hatin cem hev û me biryar da ku Înîsiyatîfa Hilbijartinê ava bikin. Piştî ku vê însiyatîfê heta hilbijartinan xebatên xwe meşand em ê piştre rêxistinbûyîna xwe pêş bixin û nûnertiya Depiyên li Ewropayê bikin. Dep li Xarpêtê hêza sereke ye. 88 gundên Depê hene. A niha li nîvê gundan nûnerên me hene. Ji niha û pê ve em ê ji bo dengdana ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê xebatên propagandayê bikin. Di 9’ê Nîsanê de em ê li bajarê Meckenheim ê Elmanyayê li Am Tennisplatz 27’ê civîneke agahdarkirinê li dar bixin. Em ê her wiha li Hamburga Almanyayê, li Den Haag a Hollandayê û li Metz a Fransayê jî civînên gel pêk bînin.”
Yek ji endamên komîsyonê Hevşaredarê berê yê Depê Bûrhan Kocaman diyar kir ku di hilbijartinên şaredariyan ên sala 2014'an de xebatên ku li metropolên Tirkiye û Ewropayê hatin meşandin bû faktora diyarker û got: "Di sala 2014'an de di navbera gelê me yê li derve û li Depê de pirek hat avakirin. Dema ku jin û ciwan li derveyî welat beşdarî xebatên aktîf ên Depê bûn, serkeftin hate bidestxistin. Em di hilbijartina şaredariya Depê de di encama xebata xwe ya bi ruhê Mazlûm (Mazlum Dogan) de bi ser ketin. Ger em ruhê Mazlûm di van hilbijartinan de nîşan bidin, em dikarin li Elezîzê serkeftinên ku bi giştî bi dest bixin.”