DEM Partiyê li Awûstralyayê têkildarî ‘pêvajoyê’ hevdîtin pêk anîn

Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Awûstralyayê gelek hevdîtin pêk anîn.

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Berpirsyara Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay û Parlamenterê Amedê Serhat Eren li ser navê partiyê tevlî serdanê bûn.

Şandeyê di çarçoveya serdanê de li Parlamentoya Awûstralyayê bi Berdevkê Têkiliyên Derve ya Partiya Keskan David Shoebridge, Wezîra Sî ya Çand û Jinê ya ji Partiya Lîberal Chaika Barry û Wezîra Sî ya Perwerde û Çandê Julia Leeser re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de hate destnîşankirin ku divê navbera DEM Partî û partiyên siyasî yên li Parlamentoya Awûstralyayê mekanîzmayeke ragihandinê ya hîn xurttir û mayînde were avakirin.

Şandeyê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê agahî ragihandin û bal kişand ser girîngiya piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo vê pêvajoyê.

Her wiha şandeyê li Parlamentoya Federal a li Canberra’yê hin hevdîtinên din jî pêk anîn.

Hat diyarkirin ku hevdîtinên dîplomatîk ên şandeya DEM Partiyê wê li Awûstralyayê bidomin.