Defend Kurdistan li navenda Partiya Keskan çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist

Aktîvîstên Kurdistanê Biparêze li Viyanaya paytexta Awûstûryayê, li navenda partiya Keskan çalakiyeke bêîteatiya sivîl li dar xist.

Endamên Komîteya Defend Kurdistan a Viyanayê, îro çû serdana navenda partiya Keskan a li Viyanayê û bang kir ku polîtîkaya xwe ya derve ya têkildarê şerê Tirk ê li Kurdistanê biguhêre.

Partiya Keskan li parlamentoyê pêşniyaznameyeke ji bo şermezarkirina binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê red kir û bi şûn de Înîsiyatîfê çalakî li dar xist. Berdevkê Înîsiyatîfê Sogomon Tehlîrîan got: “Bi redkirina serlêdanê, Kesk xwe dikin taşeronê rejîma Tirk.“

Tehrlîrîan bi domdarî wiha axivî: “Çi bû bi nirxên berê yên Keskan? Ew ê niha çi bibe bi mafên mirovan? Em ji bo nirxên qaşo yên Keskan bi bîra wan bixin li vir in, daxwaza me ew e ku berê xwe biguhêrin. Bila bibînin ku yên siyaseta ku ew dikin ji nêz ve dişopînin hene.“