'Darizandina me xizmetê ji polîtîkaya dewleta Tirk re dike'

Doza PKK'ê ya ku 2009'an li Fransayê bi destgîrkrin û girtinan dest pê kirî û 12 sal in didome, bi darizandina 3  rojan berdewam kir. Dozgerê Fransiz cezayê li gelek siyasetmedar û esnafan birî kêm dibîne.

Li ser daxwaza dozger doza ku ji nû ve dest pê kirî li dadgeha Parîsê pêk hat. Siyasetmedar û esnafên Kurd ji ''fînansekirina terorê û rêveberiya rêxistinê'' têne darizandin. Ji ber sedema ku cezayê di navbeyna salekê û çar salan de yên li siyasetmedarên Kurd hatine birîne kêm hatiye dîtin, darizandinê dîsa dest pê kir. Gelek siyasetmedarên ku dihatin darizandin tevlî dozê nebûn. Siyasetmedarê bi navê Abdullah Ocalan û Ismaîl Akgul li dadgehê hazir bûn. Ocalan ku beriya niha 4 salan girtî mabû û Akgûn ku salekê girtî mabû parastina xwe kirin.

Siyasetmedar Abdullah Ocalan di parastina xwe de got, li ser pirsa ''hûn çima diçine komeleya Kurd?'' got, ''Pirsên we me krîmînalîze dikin. Ev çi pirs in? Li Fransayê civak li cihê li gorî reng û çanda xwe dicive. Kurd jî diçine komeleya Kurdan. We bi dehan caran ev pirs kir. Êdî civakekê krîmînalîze nekin.''

Ocalan got  PKK'ê Rojhilata Navîn ji bela DAÎŞ'ê qedandiye û ji bo vê jî mabe divê ew spasiyên xwe li PKK'ê bikin û got, heke li Parîsê çalakiyên terorî nabin û mirov ewle bin ev bi têkoşîna PKK'ê û Kurdan e.

Siyasetmedar Ocalan her wiha komkujiya Parîsê ya li ser sê jinên şoreşger ên Kurd bi bîr anî û got, ''Hûn bi xwedêgiravî bi delîlên ku Tirkan dayî we, darizandina me dikin lê 3 hevrêyên em yên jin li navenda Parîsê ji hêla serwîsên Tirk ve hatine qetilkirin lê li ser vê ti darizandina nehate kirin. We ji bo vê komkujiyê çi kir? Hûn çawa dikarin xwe bêalî nîşan bidin? Ez dibînim ku hûn li ser navê Tirkan me didarizînin.''

Ocalan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bi bîr xist û got dairzandina wan wê kêfa Erdogan bîne. Ocalan got ew 20 sal in li Fransayê dijî lê li dijî gel û hiqûqa Fransiz ti sûcek nekiriye, ji bo paradîgmaya demokratîk, azadîxwaz û konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan têdikoşe û wê vê bidomînin û diya kir ji bo vê darizandina wan xizmetê ji polîtîkaya dewleta Tirk re dike.

Dozger her çendî got, ''Piştî DAÎŞ'ê meyzandina wan a li milîtanên Kurd guheriye'' jî ji bo Ocalan 5 sal cezayê girtîgehê hate xwestin.

Parêzeran jî gotin leşkerên Fransiz li gel gerîlayên Kurd li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin, diviya ev geşedan bandoreke erênî li darizandina siyasetmedarê Kurd bikira.

Dadgeh biryara xwe wê 13'ê Adarê ragihîne.

OCALAN: DARAZA FRANSIZ BI MANTIKA DEWLETA TIRK NÊZÎKTÊDAYINÊ LI ME DIKIN

Ocalan her wiha têkilî ajansa me jî nirxandin kir, got, naveroka dozê xebatên demokratîk ên Kurdan in, ''Bi krîmînalîzekirina xebatên demokratîk ên Kurdan, mîna xebatên terorî dixwazin van derxînin pêşberî me'' û domand, ''bi nêzîktêdayineke wiha ne ku em tevgera Kurd qebûl nekin û helbet bi mantiqa dewleta Tirk nêzîktêdayinê li me dikin.''

'DIVÊ MALAVAYÎ LI PKK'Ê WERE KIRIN'

Ocalan şerê dijî DAÎŞ'ê ya bi pêşengiya gerîlayan bi bîr xist û got, ''Heke îro li Parîsê aramî hebe, bombe nateqin, çalakiyên terorî nebin, para têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAÎŞ'ê zêde ye. Divê spasî li PKK'ê were kirin. Lê pirsên ku ji me têne kirin pirsên klasîk ên saziyên Tirkan in. Ev darizandina bi rengekî ku kêfa dîktatoriya Tirk bîne têne domandin.''

'PKK JI BO SIBEROJA KURDAN PIR HEWCE Û GIRÎNG E''

He wiha Ismaîl Akgun jî got e welatparêzekî Kurd e, tiştên ku di dosyayê de mîna delîl têne dîtin Tirkan dane wan û got, ''Di vê têkoşînê de bi deh hezaran ciwanên Kurd şehîdbûn. Bi hezaran gundên me hatin şewitandin. Di dîrokê de tim serhildan çêbûn lê tim hatin serkutkirin. Lê nekarîn vê li PKK'ê bikin û ji bo dahatiya Kurdan bû partiyeke pir hewce û girîng. Ez vê têkoşînê pir mafdar dibînim. Armanc ew e ku em li dijî têkoşîna azadiyê gotinan bikin lê em vê qebûl nakin. Wêneyê Abdullah Ocalan hatiye dîtin,  helbet wê hebe, ev ne delîl e. Ez ji rêberê gel ê Kurd hez dikim. Darizandin pir absûrd e. Bi bandora dewleta Tirk em têne darizandin.''