Dagirkirina Efrînê li Kopenhagenê hate şermezarkirin
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Rojavayiyan dagirkirina Efrînê û komkujiya li Cindirêsê li ber Konsolosxaneya DYE'yê şermezar kirin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Rojavayiyan dagirkirina Efrînê û komkujiya li Cindirêsê li ber Konsolosxaneya DYE'yê şermezar kirin.
Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PYDKS-El Wehdê) dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava bi taybetî jî ya li Efrînê û komkujiya ku beriya niha bi demeke kurt li Cindirêsê hate kirin, şermezar kirin.
Çalakî li ber Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) a li Kopenhagenê pêk hat û hate ragihandin ku dewleta Tirk li qadên dagirkirî bi rêk û pêk sûc dike.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku her roj mirov têne revandin, êşkence li wan tê kirin û bi rêk û pêk têne kuştin, herêm tê talankirin.
Di çalakiyê de ku roja Şemiyê piştî nîvro hate lidarxistin, bang hate kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî bêne derxistin.