Dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, li Bonnê hate şermezarkirin

Talan û wêrankirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li bajarê Bonnê yê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Revandin û kuştina mirovan, guhertina demografiyê û talankirina xwezayê li Efrîn a dagirkerî veguherîne kiryarên rojane.

Ev dagirkeriya dewleta Tirk, doh li bajarê Bonnê yê Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Bi banga Însiyatîfa Niştimanî ya ji bo Efrînê, komek ji Efrîniyên li Bonnê, li ber nûnertiya Komîsyona Ewropayê mîtîngek li dar xist.

Çalakgeran bi pankart û wêneyan bal kişandin ser qirkeriya li Efrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî û piştgiriya bi kiryarên dewleta Tirk re şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê çalakiyên xwe dewam bikin.