BI DÎMEN

Mîtînga li Berlînê bi dirûşma ‘Komkujiyên Elewiyan Bisekinînin’ hate lidarxistin

Di mîtînga ku li Berlînê bi banga Yekîtiya Elewiyên Sûriyeyî yên li Ewropayê hate lidarxistin de, komkujiyên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga lezdayînê ji raya giştî ya navneteweyî re hate kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi banga Yekîtiya Elewiyên Sûriyeyî yên li Ewropayê, mîtîngek bi dirûşma “Komkujiyên Elewiyan Bisekinînin” hate lidarxistin. Çalakî li pêş Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê pêk hat û saziyên wekî Kongra Star, PYD, AABK, Association of Syrian Alawites in Europe, Alawite Organisation, FEDA, AAAF û AHRS piştgirî dan. Mîtîng bi beşdariya FEDA-Berlîn, Civaka Elewiyan a Berlînê-Cemxane, BAAB e.V. û Nav Berlînê, bi rêzgirtina ji bo Elewiyên li Sûriyeyê hatin kuştin, dest pê kir.

Qadir Şahîn, ku li ser navê BAT-Cemxane axivî, bal kişand ser êrîşên giran ên li dijî sivîlên Elewî yên li Hims, Lazqiyê, Tartûs û bajarên peravê. Şahîn diyar kir ku di komkujiyên komî yên di Adara 2025’an de li Banyasê hatin kirin de, gelek kes di nav de jin û zarok jî hebûn, hatin kuştin. Şahîn destnîşan kir ku xanî hatine hilweşandin, kargeh hatine talankirin û bûyerên koçberkirina bi darê zorê û girtinên kêfî zêde bûne û got: “Li gorî nirxandina çavkaniyên li qadê, ev bûyer wekî ‘bandora alî’ ya şer nayên binavkirin, lê wekî êrîşên sîstematîk ên li ser nasnameyê têne dîtin. Divê civaka navneteweyî li hemberî van hemûyan bêdeng nemîne. Pêwîst e mekanîzmayên lêpirsînê yên serbixwe, şefaf û di bin çavdêriya navneteweyî de werin avakirin, tawanbar werin tesbîtkirin û darizandin. Herwiha, divê ambargoya çekan û bazirganiyê li ser wan dewlet û koman ku tê gotin di binpêkirinên mafên mirovan de cih girtine, were sepandin. Pêwîst e sivîlên ku ji Sûriyeyê hatine derxistin, nemaze yên ku dibêjin ji ber nasnameya xwe ya olî an etnîkî bûne hedef, werin parastin.

Normalîzasyona siyasî û aborî bi aktorên ku mafên mirovan binpê dikin, nayê pejirandin.”
Şahîn tekez kir ku ev êrîş ne “bandorên pê re ne” ne, lê polîtîkayeke tundiya pergalî a li ser nasnameyê ye. Wî girîngiya bêdeng nemana civaka navneteweyî, avakirina mekanîzmayên lêpirsînê yên serbixwe û zelal û darizandina tawanbaran destnîşan kir.

Sadık Almakça, ku li ser navê FEDA-Berlîn axivî jî, diyar kir ku komên çekdar ên wekî Colanî û HTŞ li dijî Elewiyan êrîşên sîstematîk pêk tînin. Almakça got: “Ev êrîş, veguherî tevgereke komkujiyê ya berfireh ku tevahiya gel, jin û zarok jî di nav de, dihewîne. Li malan de serdegirtin têne kirin, ji mirovan pirs li ser baweriya wan tê kirin û heke Elewî werin tespîtkirin, têne înfazkirin. Elewî di dîrokê de yek ji civakên herî aşitîxwaz ên li herêmê ne. Elewiyan tu carî li pey dewletbûn an jî desthilatdariyê negeriyane. Daxwaza yekane ya Elewiyan maf, dadwerî, wekhevî, hezkirin û azadiya li ser wekheviya jin û mêr bûye.
Em mîna Kurd, mîna Elewiyên Kurd dengê xwe bilind dikin û banga sekinandina van komkujiyan dikin. Em bêdengiya welatên Ewropayê, nemaze ya Elmanyayê, şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina tundiya li dijî Elewiyan berpirsiyariya xwe bigire ser milê xwe.”