BI DÎMEN

Cejna Berxwedana Neteweyî li Parîsê bi coş hat pîrozkirin

Mustafa Sarikaya di pîrozbahiya 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ya li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîs hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku têkoşîna bênavber a berdewam dike îro ji bo avakirina siyaseta demokratîk berdewam dike.

Cejna Berxwedana Neteweyî li paytexta Fransa Parîsê bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku bi beşdariyeke mezin li banliyoya Villiers-le-Belê hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Koroya TEV-ÇAND’ê ya Parîsê pêşî derket ser dikê sirûd û stranên ku mohra xwe li salên 1990’î xistine hatin gotin. Piştre siyasetmedar Mustafa Sarikaya axivî û beşdaran silav kir. Sarikaya şert û mercên damezrandina PKK’ê, têkoşîna gelê Kurd û pêvajoya berxwedanê ya ku heta roja me hatiye nirxand.

Sarikaya bi bîr xist ku PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de bi pêşengiya Rêber Apo hatiye damezrandin û bal kişand ser berxwedana tevgerê ya li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd dihat meşandin. Sarıkaya got: "Tevgera Azadiya Kurd PKK, 47 sal berê di 27’ê Mijdara 1978’an de bi pêengiya Rêber Apo  ji aliyê komek hevalan ve fermî hate damezrandin. Heta wê demê, gelê Kurd bi polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û tinekirinê re rû bi rê bû; Kurdistan hatibû parçekirin. Dewleta faşîst li gel polîtîkayên komkujî û koçberkirinê dimeşand.

Gelek tevgerên serhildanê derketin holê, lê yek ji wan jî bi ser neket. Rêber Apo ji ber sosyo-polîtîk, avahiya çandî û dîroka Kurdan baş zanîbû, pêwîstî bi partiyek li ser bingeha îdeolojîk dît û di destpêka salên 1970’an de bingeha vê partiyê danî. Di serî de Hakî Karer û Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Mehmet Karasûngûr, Sakîne Cansiz, Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn û gelek kadroyên pêşeng teşe dane tevgerê.

PKK wekî serhildana li dijî înkarkirinaa Kurdan derket holê û di serdemek ku pelek jî li Kurdistanê nedihejiya de bi peyama "Em hene û em ê her hebin" derket holê. Tevgera gerîla di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz dest pê kir û ev 41 sal in pêvajoyek bênavber a şer û berxwedanê berdewam dike. PKK’ê heqîqeta Kurd danî holê û îro hatiye asta ku neyê înkarkirin.

Di vê qonaxê de li ser banga Rêber Apo a 27’ê Sibatê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat destpêkirin. Her çiqasî pêvajo hêdî hêdî pêşve diçe jî, pêşketin qismî hene. Rêber Apo û tevgerê rola xwe lîstin. Komîsyona ku vê dawiyê hat damezrandin çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Ev geşedan ji bo dewleta Tirk nîşaneya bidawîbûna înkara Kurdan a 100 salan e. Rêber Apo sermuzakerevan û nûnerê gelê Kurd e; dewletê êdî ev yek qebûl kiriye.

Bi vê pêvajoyê re çek ji dewrê derketin û pêvajoya avakirina civaka demokratîk û siyaseta demokratîk dest pê kiriye.

Piştî axaftinê, hunermendên Kurd Beser Şahîn, Şiyar û Dijwar û Şiyar Sîpan derketin ser dikê bi sirûd û stranan beşdaran coşandin. Pîrozbahiya ku heta derengiya şevê bi coş berdewam kir bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.