BI DÎMEN

Li Frankfurtê êrîşên li ser Elewiyên li Sûriyeyê hat protestokirin

Gelek saziyên Frankfurtê êrîşên li ser sivîlên Elewiyên li Sûriyeyê bi mitînga hevpar protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û komên çekdar ên wek wê yên li ser sivîlên Elewiyên li Sûriyeyê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hat protestokirin. Li ser banga hevpar a Konfederasyona Komeleyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Federasyona Elewiyên Ereb li Ewropayê (ASAFB) û beşdarbûna gelek rêxistinan li Qada Gallusanlage hat lidarxistin. Wêneyên sivîlên Elewiyan ên ku di êrîşan de hatine qetilkirin hatin hilgirtin.

Di axaftinan de êrîşên HTŞ’ê yên li ser civaka Elewiyan wekî “dermirovî û nayên qebûlkirin" hat pênasekirin. Saziyan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi erka xwe rabin.

Hat destnîşankirin ku komên girêdayî hikûmeta demkî li Hums, Hema û herêmên din ên ku piranî Elewî li dijîn êrîşên dijwar pêk anîn û hat ragihandin ku gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hat diyarkirin ku gelek welatiyên Elewî bi zorê hatine koçberkirin, mal û kargehên wan hatine şewitandin û wêrankirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê AABK'ê ve hat kirin de, hat gotin ku HTŞ û rêxistinên tundraw ên bi heman rengî gefê li hemû civakan dixwin û got, "Ev êrîş ne tenê li dijî Elewiyan e, li dijî hemû mirovahiyê ne. Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne."

Daxuyaniya Federasyona Elewiyên Ereb ên Ewropayê ya derbarê êrîşên li Sûriyeyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bûyerên şewitandin, revandin, êşkencekirin û koçberkirina bi zorê ya Elewiyan “girêdayî nasnameyê ne, sîstematîk in û sûcên li dijî mirovahiyê ne."

Di daxuyaniya federasyonê de bal kişand ser daxwazên civaka Elewî ya ji bo edalet, ewlehî û hemwelatîbûna wekhev û wiha hat gotin: "Em bang li hemû gelên Sûriyeyê - Elewî, Sunnî, Durzî, Kurd, Êzidî, Xiristiyan, Asûrî û pêkhateyên din - dikin ku beşdarî têkoşîna hevpar a demokratîk û aştiyane bibin."

Di daxuyaniyê de peyama "Yan em ê bi hev re bijîn, an jî ti kes wê ne bi ewle be" hat dayîn û hat diyarkirin ku civaka Elewî wê bi rêbazên aştiyane parastina nasname û rûmeta xwe ya mirovî bidomîne.