Dadgeha Îdarî ya Luneburgê îro biryar da ku dersînorkirina çalakgerê Kurd Mehmet Çakas ê ku li Elmanyayê bi angaşta endamtiya PKK'ê 2 sal û 10 meh ceza xwaribû, bo Tirkiyeyê qedexe kir. Dadgehê li gorî xala 60 (5) ya Zagona Niştecîbûnê ya Elmanyayê, hikum da ku dersînorkirin ji aliyê mafên mirovan ve nayê pejirandin. Piştî eşkerekirina biryarê, di salona dadgehê de şahiyeke mezin çêbû.
Rûniştina dadgehê ya îro bi eleqeyeke mezin a raya giştî hate şopandin. Berdevka Polîtîkayên Derve ya Fraksiyona Partiya Çep (Die Linke) ya Bundestagê, Cansu Ozdemir, endamên Meclisa Şaredariyê ya Partiya Çep a Luneburgê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û endamên medyayê di rûniştinê de amade bûn. Hemû kursiyên di salona dadgehê de tije bûn.
'MAFÊ HÊVIYÊ' Û ŞERT Û MERCÊN GUHERÎ
Parêzerên Mehmet Çakas, Cornelia Ganten-Lange û Carsten Gericke anîn ziman ku piştî biryara redkirina penaberiya muwekîlê wan a yekem, şert û merc bi awayekî bingehîn guherîne. Hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê li dijî Çakas dozeke nû bi daxwaza cezayê muebeta girankirî hatiye vekirin û ev ceza li dijî xala 3. ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.
Mehkûmkirina Tirkiyeyê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve di dozên "Birêz Apo" û "Koma Gurban" de, ji ber binpêkirina "mafê hêviyê", di nav hincetên dadgehê de cih girt.
DI SALONA DADGEHÊ DE ŞAHÎ
Bi eşkerekirina biryarê re, di salona dadgehê de şahiyeke mezin çêbû. Temaşevanan pîrozbahî li Mehmet Çakas û parêzerên wî kirin. Dersînorkirina Çakas ji ber ku wê bibe yekem mînaka vegerandina çalakgerekî Kurd ê ku di çarçoveya §129b StGB de hatiye mehkûmkirin bo Tirkiyeyê, demek dirêj bû dihat nîqaşkirin.
TÊKOŞÎNEKE DEMDIRÊJ
Di mehên havînê de li gelek bajarên Elmanyayê li dijî dersînorkirina Çakas protesto hatin lidarxistin. Piştî ku di meha tîrmehê de dadgehê cara yekem pêvajoya dersînorkirinê rawestand, pêvajoya ku ji bo 28'ê Tebaxê hatibû plankirin jî rojek berê ji aliyê dadgehê ve hatibû astengkirin.
Bi biryara îro ya Dadgeha Îdarî ya Luneburgê re, vegerandina Mehmet Çakas bo Tirkiyeyê ji aliyê hiqûqî ve bi temamî hate rawestandin.