Zarokên Swîsreyî û Kurd ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dikin

Li bajarokê Rapperswil-Jona, zarokên Swîsreyî û Kurd li dibistanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dikin. Zarokan diyar kir ku ew ê alîkariya kom kirine ji bo bigihe mexdûrên erdhejê radestî Heyva Sor a Kurdistanê bikin.

Li bajarokê Rapperswil-Jona yê girêdayî Kantona St. Gallenê, zarokên Swîsreyî û Kurd ji bo mexdûrên erdhejê li dibistanê alîkariyê kom dikin. Di çarçoveya alîkariyê de zarokan 250 Frank kom kirin û gotin: “Ji bo alîkariya wan bigihe mexdûrên erdhejê ew ê pereyê komkirine radestî Heyva Sor a Kurdistanê bikin.“