Ciwanên NRW'yê li Dusseldorfê bi meşaleyan meşiyan
Ciwanên NRW ên TCŞE'ê di çarçoveya pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re" li Dusseldorfê bi meşaleyan meşek lidar xistin.
Ciwanên NRW ên TCŞE'ê di çarçoveya pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re" li Dusseldorfê bi meşaleyan meşek lidar xistin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ciwanên Eyaleta Nordhrehin Westfalenê (NRW) yên ser bi Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re" bi meşelayan meşek lidar xistin.
Ciwanan li DBG Haus Dusseldorfê heta bi Graf Adolf Platzê meşiyan. Di meşê de ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê" û "Bijî berxwedana gerîla" qîriyan.
Piştî meşê ciwan li qadê li hev kom bûn û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz girtin. Endamên TCŞ'ê piştre daxuyaniyek dan çapemeniyê, salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, "Mejiyê înkarê, mêtinger û qirker ê ku dixwest gelê me tine bike hate şikandin, gelê Kurd ji tinebûnê hate rizgarkirin û hebûna wê hate misogerkirin."
Di daxuyaniyê de ciwanan pêvajo jî nirxandin û gotin, "Weke ciwanên Apoyî heta ku Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin û bang li gelê xwe dikin ku vê têkoşînê mezin bike."
Çalakiya ciwanan piştî daxuyaniya çapemeniyê bi gerandina govendê û bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.