Ciwanên Kurdistanî: Em ê faşîzma TC’ê li her deverê teşhîr bikin

Ciwanên Kurdistanî ku ji Hollandayê tevlî çalakiya bi dirûşma,’’Wê azadî bi ser bikeve, ji bo Abdullah Ocalan tevbigere’’ ku 1’ê Kanûnê li Strasboûrgê bûne, gotin ew ê li her deverê faşîzma TC’ê teşhîr bikin.

Çalakiya bi dirûşma,’’Wê azadî bi ser bikeve, jib o Abdullah Ocalan tevbigere’’ ku 1’ê Kanûnê li Strasboûrgê ya Fransayê Insîyatîva Ji Abdullah Ocalan re Azadî dayî destpêkirin didome.

Ciwanên Kurdistanî ku ji Holandayê tevlî çalakiyê bûne bal kişandin ser hevkariya dewleta Tirk û welatên Ewropî.

Çiya Ozkan got ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ji Hollandayê tevlî çalakiyê bûye û got, ‘’Ez bang li tevahiya gelê me dikim ku tevlî çalakiyê bibe. Ewropa û Tirkiye li ser bikaranîna çekan hevkariyê dikin. 52 hevalên me ku li dijî vê rabûn hatin destgîrkirin. Em dixwazin hevalên me yên ku hatine girtine û destgîrkirin demildest werin berdan.’’

Şiyar Amed ku ji Hollandayê tevlî çalakiyê bûyî, têkîlî tevlêbûna xwe ya li berxwedana Strasobûrgê got, ‘’Em ciwan li her qadê li dijî polîtîkaya li dijî Rêbertia me li ber xwe didin.’’

Amed destgîrkirina 52 hevalên wan ên li Hollandayê, girtina 4 hevalên wan bi bîr xist û got,’’Me careke dî tît hêzên di nav komployê de helwesta xwe ya faşîstî didomînin. Em ê bi paş ve yek gave jî navêjin. Li her qada ku em lê ne bila kesek gumanê jê nebe em ê li ber xwe bidin. Heta ku Rêbertiya me ji hêla fizîkî ve azad bibe em ê li qadan bin. Em ê helwesta faşîzma TC’ê ya li bara Rêbertiya xwe li her qadê teşhîr bikin.’’

Em dixwazin bang li ciwanên li Kurdistanê û Tirkiyê bikin; li hemû qadên ku lê ne bila li ber xwe bidin. Ji ber ku azadiya Rêbertiya me azadiya jinê ye, azadiya Rêbertî azadiya ciwan e, azadiya hemû gelên çewisandî ye. Bi vê maneyê ne tenê ji bo şikandina tecrîdê, ji bo azadiya fizîkî divê berxwedaniyeke were kirin û polîtîkaya faşîzmê ya TC’ê li her deverê were geşkirin. Em jî li her qada ku em lê ne em ê li ber xwe  bidin.”