Ciwanên Kurd bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, li gelek nuqteyan daketin qadan û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina “Deng bide” azadiya wî xwestin.
PARÎS
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoyên Corbeîl û Clîchy-soûs-Boîs ên paytexta Fransa Parîsê, meş hatin lidarxistin.
Ciwan di saet 18:00’an ji banliyoya Corbeîlê heta stasyona trenê ya Parîsê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” û “Jin, jiyan, azadî” meşiyan. Li ber stasyinê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Ciwanan diyar kirin ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û bang li gelê welatparêz bi taybet jî li ciwanên Kurd kirin ku li dijî tecrîdê deng bidin.
TCŞ’ê li banliyoya Clîchy-soûs-Boîs hatin ba hev û meşiyan. Ciwanan hêrsa xwe ya li dijî tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin ku divê gelê Ewropayê jî li hemberî bêdeng nemînin.
ZURÎH
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li stasyona trenê ya bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin ba hev.
Jinên ku li vir daxuyanî dan, diyar kirin ku ew gotina Abdullah Ocalan ku dibêje, “Jin azad nebe civak azad nabe” esas girtine û anîn ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk neyê, jin azad nabin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.