Ciwanên Evryê: Dem dema azadiya Rêber Apo ye
Endamên TCŞ'ê yên ku bi dirûşma "Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne" li banliyona Evryê hatin cem hev, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Endamên TCŞ'ê yên ku bi dirûşma "Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne" li banliyona Evryê hatin cem hev, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên Evryê di çarçoveya kampanyaya “Werin Cenga Azadiyê” de li paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.Di meşê de ciwanan wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta“Ji Abdullah Ocalan re azadî” hildan
Di meşê de belavokên bi sernavê “Çima divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin” hatin belavkirin.
Ciwanên ku bi dirûşmeya "Ciwan Fedaiyên Rêber Apone" heta Gara Trenê ya Navendî ya Evryê meşiyan, li vir daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de ciwanan, tecrîda sîstematîk a di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser hemû gelê Kurd protesto kirin û gotin:"Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê li qadan bin" û bang li hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kirin ku dakevin qadan.
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Îmralî’ û ‘Liberte Ocalan’ bi dawî bû.