Ciwanên Enternasyonalîst: Em ê 7’ê Çileyê li Parîsê bin

Ciwanên Enternasyonalîst bang li her kesî kirin, ku di 7’ê Çileyê de beşdarî meş û mîtînga li Parîsê bibin.

Her sal di salvegera komploya navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşên dirêj tên li dar xistin. Baskê meşê ya enternasyonalîstan wê îsal meşa dirêj ji Cenevrêyê heta Strasbourgê li dar bixin. Ciwanên ku ji bo amadekariyên meşê li hev civiyan, bang li her kesê kirin ku ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê 7’ê Çileyê beşdarî meş û mîtîngê bibin.

Kurdistanî û dostên ji bo meş û mîtînga mezin ku wê 7’ê Çileyê li paytexta Fransa Parîsê bê li dar xistin, amadekarî dikin. Têvî ku 10 sal ji qetîlkirina sê soreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derbas bû, lê bûyer hê eşkere nebû. Dema ku Kurdan amadekariya şermezarkirina vê komkujiyê dikirin, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil li ber Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hatin qetîlkirin.

Çalakiyên Kurdistaniyan li kolanên Parîsê didomin. Gel wê 7’ê Çileyê li Gare de Nord li hev bicive û heta Qada Republique bimeşin. Ciwanên Enternasyonalîst jî ji bo meşa Parîsê bang kirin.

‘DENGÊ XWE BILIND BIKIN Û BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BIBIN’

Li ser navê meşvanan Enternasyonalîstê ji Kolombiyayê Kamîlo Torres, destnîşan kir ku kujerên rastî ên komkujiya Parîsê nehatine eşkerekirin û bang li her kesê kir ku 7’ê Çileyê beşdarî çalakiyê bibin.

Torres wiha got: “Li pişt van her du komkujiyan jî bêdengî û erêkirina dewleta Fransayê heye. Divê bê lêkolînkirin ku îstîxbarata dewleta Tirk vê komkujiyê çawa pêk aniye. Li hemberî vê komkujiyê ti saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û Fransa dengê xwe dernexistin. Divê ji bo Sara, Rojbîn, Ronahî û kesên ku di vê komkujiya dawî de hatin qetîlkirin, em beşdarî çalakiya ku roja Şemiyê bê lidarxistin bibin. Em ciwanên enternasyonalîst bang li her kesê dikin ku xwedî li têkoşîna azadiyê derbikevin. Divê em ji bo hemû pêşengên xwe yên ku di vê komkujiya qirêj de hatin qetîlkirin, dengê xwe bilind bikin. Divê em ji bo mirovahî û azadiyê xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”