Ciwanan dest bi meşa Parîsê kir
TCŞ û TekoJIN bi dirûşmeya “Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê“ dest bi meşa dirêj a 3 rojan ya Parîsê kir.
TCŞ û TekoJIN bi dirûşmeya “Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê“ dest bi meşa dirêj a 3 rojan ya Parîsê kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi dirûşmeya “Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê“ dest bi meşa dirêj a 3 rojan ya Parîsê kir. Meş wê di 13’ê Kanûnê heta 15’ê Kanûnê berdewam bike. Tevgerên Ciwanan starta meşê bi daxuyaniyekê li Drancyê da û banga tevlî bûnê kir. Ciwanên ku di saetên serê sibehê de li Drancyê hatin ba hev, ji bo şehîdên Azadiya Kurdistanê kêliyek rêz girtin û dest bi meşê kirin.
Di meşê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK’ê û wêneyên şehîdan hildan. Li kûçeyên Drancy tim dirûşmeyê bi Kurdî, Fransî û Tirkî ên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne“ û “Bijî berxwedana gerîla“ berz kirin.
Meşa ciwanan bi eleqeyek mezin û kelecan berdewam dike.
Meş wê heta Stalîngradê berdewam bike.